Rêxistina AVC'ê li Kobanê navendeke karantînayê vekir 2020-04-12 14:44:00   KOBANÊ - Rêxistina AVC'ê bi alîkariya desteya tenduristî ya herêma Firatê li gundê Helinê navenda Karantîna vekir.   Piştî belavbûna Vîrûsa Korona ya li cîhanê desteya tenduristî ya herêma Firatê bi armanca parastina gel ji Vîrûsa Korona li herêmê tedbîrên pêwist girt. 2 navendên Karantîna û navendeke ji bo rewşên awarte li Kobanê vekirin. Îro jî rêxistina AVC bi alîkariya desteya tenduristî ya herêma Firatê li gundê Helincê ya Rojhilatê Kobanê navendeke din ya karantîna vekir.   Di navendê de 50 text, 2 Ambulans, 4 bijîşk û 6 hemşîre hene.