'Li dijî polîtikayên we yên dijmirovî em ê xeta xwe ya serîlhildanê her bihonin' 2020-04-12 12:33:54   ENQERE - Meclîsa Ciwanan a HDP'ê derbarê şandina cenazeyê Egît Îpek a bi PTT'ê, daxuyaniya nivîskî da. Di daxuyaniyê de wiha hat gotin:"Li dijî polîtikayên we yên dijmirovî em ê xeta xwe ya serîlhildanê her bihonin. Em ê têkoşîna xwe ya bi rûmet a li dijî faşîzmê bidomînin."   Meclîsa Ciwanan a Partiya Demokratîk a Gelan (HDP), têkildarî cenazeyê endamê HPG’ê Egît Îpek ê bi kargo bi rêya PTT'ê ji malbatê re şandin daxuyanî dan. Meclîsa Ciwanan, ev pêkanîna hikûmetê şermezar kir û got: "Ev pêkanîn li dijî mirovahiyê ye. Berê malbatê serî li hemû rê û rêbazan dan. Lê tevî hemû hewldanan cenaze teslîmî malbatê nekirin. Ev pêvajoya wergirtina cenaze li malbate kirin îşkenceya derûnî. Piştî demek dirêj cenaze bi rêya kargo û PTT'ê şandin ji dayikê re. Ev pêkanîn li dijî mirovahiyê ye. Ev xeraiya herî mezin e. Ev dijminantiya li dijî Kurdan e. Îqtîdara AKP-MHP'ê bi van pêkanîn û polîtîkayan carek din dijminantiya Kurdan li ber çavan raxistiye. Bi vê yekê sûcê mirovahiyê yê herî mezin ku mînaka wê li cîhanê tune kirine. Ev ne sûcê ewil ê li dijî civakê ye. Berê jî bedenên tazi teşîr kirin. Di jêrzemînên Cizîrê de mirov şewitandin. Divê hikûmeta ku xwe li ser cenazeyê Kurdan terbiye dike zanibe ku em ji dayikên ku di oxira wan de tofan bê rakirin çêbûne. Em vê pêkanîna dijmirovî ya li dijî cenaze bi tundî şermezar dikin."