Rûpoşên firotina wan hatine qedexekirin li girtîgehan bi pereyan tên firotin 2020-04-12 11:23:28   MÊRDÎN - Birayê Vesile Yuksel, Delîl Tekîn ê li Girtîgeha Girtî ya Şakranê tê girtin di hevdîtina bi telefonê de wiha got:"Li vir pirsgirêka mezin a paqijiyê heye. Rûpoş li kantînê bi pereyan tên firotin. Em bi fikar in."   30 madeyên pêşniyara zagona înfazê hat qebûlkirin. Bi pêşniyara zagona înfazê  girtiyên siyasî nehat dîtin. Banga malbat û saziyan jî nayê bihîstin. Malbatan diyar kirin ku şerdên li girtîgehan her ku diçe dijwartir dibe.    Birayê Vesile Yuksel, Delîl Tekîn ê li Girtîgeha Girtî ya Şakranê tê girtin di hevdîtina bi telefonê de anî ziman ku rewşa wan ne baş e û divê demildest ev rewş bê sererastkirin.    'Em bi fikar in'   Vesileyê diyar kir ku Delil derbarê rewşa girtîgehê de wiha gotiye:"Bijîşkê revîra girtîgeha em tê de ye testa wî ya Vîrusa Koronayê pozîtîf derket. Li ser vê yekê ew şandin. Lê em ê çi bibin? Gelek hevalên me li gel bijîşkê revîrê muayene bûn. Kesên muyane bûne gotin testa wan negatîf e lê em dîsa jî bi fikar in. Em bi derfetên xwe hewil didin ku hevdu biparêzin. Derfet li vir kêm in. Li vir rûpoş li kantinê bi pereyan tên firotin. İnfaza min û hevalên min  şewitandin. Em bi fikar in"   Vesileyê banga hestiyariyê kir û bertek nîşanî 3'yemîn Pakêta Darazê ya girtiyên siyasî li derve dihêle, da.