Ji xizmên girtiyan bang: Bila zarokên me bên berdan 2020-04-12 09:06:08   Ferîde Zade   ŞEHBA - Bi belavbûna  vîrûsa Koronayê re, rewşa girtiyên di zindanên Tirkiyê û Herêmê de ne diyar e. Malbatên girtîyan li rewşa zarokên xwe pirsin û gotin: "Em dixwazin ku xizmên me ji zindanên Tirkiyê bên berdan,  em ji ber belavbûna vîrusê ji rewşa zarokên xwe bi gûmanin.  Ji ber ku girtîgeh ji belavbûna vîrusê re bingehê ava dikin."   Bi belavbûna Vîrûsa Koronayê (COVÎD -19) re, êdî metirsiyeke mezin li tevahî cîhanê xwe daye der. L i hember vîrûsê gelek welatan tedbîrên xwe yên tenduristiyê girtin û digirin. Lê êdî ev yek jî nema têrê dike ji ber ku vîrûs bi lez belav dibe. Li Tirkiyê metirsiyeke mezin heye, di nava vê rewşa aloz de xeteriya Koronayê li zindana Tirkiyê û Herêmê metersiyeke mezin daye çêkirin. Zindan ji vîrusê re bingehê ava dikin û dihêlin ku bi awayekî lez di nava girtiyan de ev vîrus belav bibe. Têkildarî mijarê xizmên girtiyên di zindanên Tirkiyê û Herêmê de ku ji rewşa zarokên xwe bi gûman, dixwazin rewşa zarokên wan bê zelalkirin û demildest bên berdan.   'Divê dewleta tirk xizmên me serbest berde'   Xizma girtiyê  bi navê Kamîran ku ev 25 sal in di girtîgeha Erzûrûmê de ye, Zayde Mistefa Elo ya ku  ji gundê Hej Hesna yê navçeya Cindirêsê ya girêdayî herêma  Efrînê ye,qala girtina xizmê xwe kir û wiha got: "Berê Kamîran li ser rêyên sînor kar dikir, piştî demekê  Kamîran  tevlî nava refên azadiyê bû. Di sala 1996'an de ji aliyê dewleta tirk ve hat girtin. Berî şerê ku li Sûriyê bi qewime, malbata me dikarîbû serdana Kamîran di zindanê de bikira, lê piştî vê aloziyê êdî serdan ji aliyê dewleta tirk ve hatin qedexekirin. Tenê carekê bi rêya radyoyê malbatê agahî ji Kamîran girt û helwildanên me jî yên lêpirsîna li Kamîran hemû bê encam man. Rewşa girtiyan gelek zehmete, dewleta tirk girtîyan îşkence dike.  Belavbûna vîrûsa Koronayê xeteriya mezin li ser girtiyan çêdike, ji ber ku komên herî mezin di zindanên Tirkiyeyê û Herêmê  de ne. Divê dewleta tirk xizmên me serbest berde.”    'Keça min ev 25 sal in di zindanê de ye'   Yek ji girtiya ku li zindanên tirkiyeyê dimîne û 25 sala li Girtîgeha Amedê dawyê ya Mîdyadê ma û niha Di Girtîgeha Girtî ya Jinê ya Gezeyê ya Kocaeliyê dimîne Hajer Yusuf e. Dayika Hajerê, Xedica Xelîl a niha li Gundê Racoya Efrînê dimîne wiha got: "Dewleta tirk ji  ber serhildana kurdan hemu girtiyên azadiyê rakirin zindanên bajarên tirkan. Ev 25 sal e keça min ji aliyê dewleta tirk ve hatiye girtin. Ji ber belavbûna nexweşiya koronayê, êdî tevahî cîhan di ferqa metirsiya wê de ye. Divê hemû girtiyên azadiyê û Rêber Ap bên berdan. Banga min  ji bo hemû rêxistinên mafan ên cîhanê re ye ku li rewşa zarokên me bipirsin û wan ji zindanên Tirkiyê rizgar bikin."    'Rêxitinên mafên mirovan bila bêdeng nemînin'   Xwîşka girtiya bi navê Hajer Yûsif, Leyla Yûsif ji bo rewşa xwîşka xwe ya di zindanê de wiha got: "Gelê Kurd her ji bo mijarên aşîtiyê amade ye,  lê dewleta tirk van hewildanan têk dibe. Di girtîgehên Tirkiyê de û yên li Herêmê bi hezaran mirov hene û rojane bi îşkenceyê re rû bi rû dimînin.  Di zindanê de tu derfetên xweparastina ji vîrûsê nînin, em bang li tevahiya cîhanê û bi taybet  li Rêxistinên mafên mirovan heye ku zextê li ser Tirkiyê bikin û girtîyan ji xeteriya Koronayê  biparêzin."