'Tevî metirsîya Koronayê dewleta tirk jî êrîşên xwe didomîne' 2020-04-12 09:03:10   Ferîda Zade ŞEHBA -  Endama Koordînasyona Kongreya Star a Herêma Efrînê Hêvî Silêman derbarê vîrûsa Koronayê û êrîşên dewleta tirk li ên li ser Kantona Şehbayê axivî û got: "Di demeke ku gel xwe ji vîrûsê diparêze, pêwiste şer û pevçûn werin rawestandin, lê dewleta tirk van biryarên navneteweyî bin pê dike." Vîrûsa Koronayê (Covîd -19) ku cara yekem li welatê Çînê hat dîtin, paşê li tevahî cîhanê belavbû û li cîhanê bû sedema metirsiyek mezin. Li hemû deveran li dijî  vîrusê tedbîrên pêwist hatin girtin ku yek ji wan ciyan jî Bakur û Rojhilatê Sûriyê ye. Li Kantona Şehbayê jî li hember vîrûsêd tedbîr hatine girtin, lê di heman demê de dewleta tirk her roj êrîşên xwe li ser gelê Efrînê yê koçber didomîne. Têkîldarê vîrûsa Korona û êrîşên dewleta tirk li ser Şehbayê, Endama Koordînasyona Kongreya Star a herêma Efrînê Hêvî Silêman nirxandin kir. 'Ev virûs bi awayekî bi plan li tevahiya cîhanê hat belavkirin' Hêviyê di despêka axaftina xwe de li ser vîrûsê axivî û wiha got: "Bi derketina vîrûsa Koronayê re tevahî pergala cîhanê tevlîhev bû. Ev nexweşî bi awayekî bi pilan li cîhanê hat belavkirin û di şerên Cîhanê yê Yekemîn û Duyemîn de jî şewbên vî rengî derketibûn holê. Di Şerê Cîhanê yê Yekemîn de vîrûsa 'Zerik', di şerê cîhanê yê duyemîn de 'Kolera' û di dema me de jî vîrûsa Korona hat belavkirin. Armanca wan ji van nexweşiyan ew we ku gelan bi vî awayî mijûl  bibin û ji siyasete dûr bikin ku şerê xwe yê taybet rêve bibin." 'Tevî metirsîya Korona, dewleta tirk êrîşên xwe didomîne' Hêviyê di dewama axaftina xwe de bal kişand ser êrîşên dewleta tirk û wiha pê de çû: "Dema ku gel xwe ji vîrûsê diparêze, pêwiste şer û pevçûn werin rawestandin, lê dewleta tirk ev biryarên navneteweyî ku di van rewşande tên girtin binpê dike, ji ber ku dewleta tirk ber bi hilweşandinê diçe. Ji ber wê di aliyê aboriyê de bi riya êrîşan dixwaze xwe xurt bike. Li gor derfetên heyî şêniyên Efrînê yên koçber û Şehbayê li dijî vîrûsa Koronayê tedbîrên pêwist bi cih tînine, lê tevî vê yekê dewleta tirk her roj êrîşên xwe li ser gel didomîne.  Her roj êrîşî gundewar û navçeyên Kantona Şehbayê dike. Di heman demê de êrîşî navçeya Şêrewa ya girêdayî Efrînê dike û di encamê de sivîl jiyana xwe ji dest didin û birîndar dibin. Êdî gel nikarin di mal û konan de xwe biparêzin, ji ber ku dewleta tirk bi zanebûn dixwaze herêma Şehbayê tevlihev bike." ‘Şer bidin rawestandin’ Hêviyê herî dawî bang li tevahî saziyên mafên mirovan kir û wiha dawî li axaftina xwe anî: "Banga me ji tevahî  sazî û rêxistinên mafên mirovan û neteweyên yekbûyî re ye ku li ser dewleta tirk a dagirker zextê bikin ku şer û pevçûn werin sekinandin. Ji ber ku gel êdî nizane ka xwe ji êrîş ango vîrûsê biparêze."