Li Mexmûrê Uweyş Ocalan hat bi bîranîn 2020-04-11 17:10:30   MEXMÛR - Bi minasebeta 27'emîn salvegera wefata dayika Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan Uweyş Ocalan, Meclîsa Îştar a Mexmûrê daxuyaniyek da û got: "Dayika Uweyş li hemberî zilm, zordarî û neheqiyê tu carî serî netewand."   Li Wargeha Penaberan a Şehîd Rûstem Cûdî (Mexmûr) ji hêla Meclîsa Îştarê ve ji bo bîranîna dayika Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan Uweyş Ocalan daxuyaniyek hat dayîn. Daxuyanî li Baxçeyê Dayika Uweyş hat dayîn. Daxuyanî ji hêla endama Koordînasyona Meclîsa Îştarê Şaristan Dunmez ve hat xwandin.   Di daxuyaniyê de wiha hat gotin: “Îro 27’emîn salvegera wefata Dayika Uweyşe. Em li hemberî Dayika Uweyş bejna xwe ditewînin û minetdariya xwe nîşan didin. Dayika Uweyş di jiyana xwe de tu carî serî li hember zilm û zordarî û ne heqî ne tewand. Em wê bi minnetdarî bi bîr tînin.”