Di çalakiya 'Rûniştina F' de banga serbest berdana Fatma Tokmak hat kirin 2020-04-11 16:47:53   STENBOL - Di çalakiya "Rûniştina F" ya Komîsyona Girtîgehan a Şaxa ÎHD'ê ya Stenbolê de bal kişandin ser rewşa Fatma Tokmak û xwestin Fatma û hemû girtiyên nexweş bên berdan.    Komîsyona Girtîgehan a Şaxa Komeleya Mafên Mirovan (ÎHD) ya Stenbolê, bi boneya balê bikişînin ser rewşa girtiyên nexweş di hefteya 420’an de çalakiya "Rûniştina F" berdewam kirin. Komîsyonê vê hefteyê jî ji ber şewba vîrûsa korona li ser hesabê medya civakî duxuyanî dan. Komîsyonê vê hefteyê bal kişand ser rewşa Fatma Tokmak a di sala 1996'an de hat binçavkirin û piştî îşkenceya giran hat girtin û xwestin Fatma serbest bê berdan. Endama Komîsyonê Meral Şahin daxuyanî da û diyar kir ku li girtîgehan binpêkirina mafan bê navber berdewam dike û zêde die.    'Bi hezaran girtî bi mirinê re rûbirû hatin hiştin'   Meral, diyar kir ku AKP'ê ev şawba vîrusê ji bo xwe kiriye firsend û wiha got: "Îktidara AKP'ê zagona înfazê li dijî hemû hiqûqên cîhanê û rêgeza wekheviyê ya Destûra Bingehîn dixe meriyetê û di vê pêvajoya şewbê de ji bo xwe dike wekî firsend. Îktîdara AKP'ê bi vê zagona înfazê hemû bersûc û sûcdarên dijminê jinan, sûcdarên diziyê, tiryakê û cinayetan serbest berdide. Li aliyê din rojnameger, parêzer, hunermend, xwendekar û siyasetmedaran jî bi vê zagonê di hundir de dihêle û wan terkî mirinê dike. Bi vê zagonê bi hezaran girtiyên nexweş dê di nava çar dîwaran de bi mirinê re rûbirû bimîne."   'Bila hemû girtiyên nexweş serbest bên berdan'    Meral, anî ziman ku bi îşkenceyê îfadeya Fatmayê girtine û niha yek ji nexweşên rewşa wan giran Fatmak Tokmak e. Meral, da zanîn ku Fatma niha li Girtîgeha Jinan a Bakirkoyê girtî ye û wiha got: "Beriya Fatmak bê girtin tu nexweşiyên wê tune bû. Lê ji ber îşkenceya giran û şertên xerab gelek nexweşî bi Fatmar re çêbûne. Niha Tokmak divê bi rêk û pêk derman bixwe û tedawî bibe. Di vê pêvajoyê de her roj ji bo Fatma rîsk e. Em dixwazin Fatma û hemû girtiyên nexweş serbest bêne berdan. Em dixwazin ev zagon ji bo girtiyên nexweş û hemû girtiyan wekheviyê esas bigire."