Dayikên Şemiyê: Em ê her tim aqûbeta windayên xwe bipirsin 2020-04-11 16:23:52   STENBOL - Dayikên Şemiyê vê hefteyê jî li ser medyaya civakî çalakiya xwe pêk anîn û gotin: "Em gorên zarokên xwe dixwazin û em ê her tim aqûbeta windayên xwe bipirsin.”    Dayikên Şemiyê di hefteya 785’emîn de jî çalakiya xwe dewam kir. Ji ber vîrûsa koronayê li ser hesabên xwe medya civakî çalakiya xwe pêk anîn. Dayikan vê hefteyê li aqûbeta Nûrettîn Yedîgol ê di 10’ê nîsana 1981’î de di binçavan de hat windakirin û carek din agahî jê nehat wergirtin pirsîn.    Birayê Yedîgol, Muzaffer Yedîgol di daxuyaniyê de axivî û destnîşan kir ku wan bi salan li aqûbeta birayê xwe pirsiye û tevî vê yekê jî edalet pêk nehatiye û ev têkoşîna wan didome. Muzaffer bang li rayedaran kir û got: “Em gorekê dixwazin. Kekê min li veşartî ye? Gora wî li ku ye? Tenê daxwaza me ev e. Em ê her li aqûbeta wan bipirsin. Me kekê min ji bîra nekir û hêj di dilê me de dijî.”    Nûnerê Weqfa Mafê Mirovan a Tirkiyê yê Stenbolê Umît Efe jî axivî û diyar kir ku Nurettîn Yedîgol bi îşkenceyê hatiye windakirin û xwest aqûbeta Nurettîn Yedîgol were eşkerekirin.    Pişt re daxuyaniya hefteyê xwişka Hayrfettîn Eren ê windayî Îkbal Eren xwend û çîroka windakirina Nûrettîn Yedîgol parve kir û got: “Nurettîn Yedîgol di darbeya 12’ê Îlonê de hat windakirin. Tevî ewqas salan heta niha tu encam negirtine. Windakirina di binçavan de sûcê li dijî mirovahiyê ye. Ev sûc di daxilbûna polîtîkayên dewletê de hatiye kirin. Dewlet ji vî sûcî berpirsiyar e. Em dixwazin Nurettîn Yedîgol û hemû winda werin dîtin û dewlet jî berpirsiyariya xwe pêk bîne.”