Kongreya Star: Dayika Uweyş sembola jina azad û berxwedêr e 2020-04-11 10:10:27   QAMIŞLO - Koordînasyona Kongreya Star a Rojava bi daxuyaniyekê nivîskî dayika Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan Uweyş Ocalan bi bîr anî.   Koordînasyona Kongreya Star a Rojava bi daxuyaniyek nivîskî Uweyş Ocalan bi bîr anî û dan zanîn ku Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan ji zaroktiya xwe de di rêya gumanên ku di mêjiyê wî de çêdibûn û sekna dayika wî di jiyanê de des bi doza xwe ya têkoşîn û azadiyê kir.   Di daxuyaniyê de wiha hat gotin: "Em weke Kongreya Star û bi navê hemû jinên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê 27’emîn salvegera wefata Dayika Uweyş dayika Rêberê PKK’ê Abdulah Ocalan bi bîr tînin.   Dayika Uweyş sembola jina azad û berxwedêre, li hember hemû şert û mercên jiyanê yên zehmet de di aliyê civakî, malbatî, aborî li berxwe da û zarokên xwe xwedî kir.   Dayika Uweyş bi xwe dibistanek bû, jiyana wê bi sebir, îrade, berxwedanî, jiyana bi rûmet û şewqa azadiyê dagirtî bû, ev taybetmendiya dayika Uweyş hişt ku kesayeta Rêbertiyek mezin avabibe, weke Rêber Apo. Rêber Apo ji zaroktiya xwe de di riya gumanên ku di mêjiyê wî de çêdibûn û sekna dayika wî di jiyanê de des bi doza xwe ya têkoşîn û azadiyê kir. Ji pêşengtî û xwedîkirina Rêber Apo Dayika Uweyş  isbat kir ku azadî ji zaroktiyê des pê dike.   Li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê deskeftiyên ku jin bi dest xistine hemû bi saya Rêber Apo ye ku heta roja me ya îro li dijî zîhniyeta şovenîzim û kapîtalîzim têkoşîn û berxwedaniyê dike û sistema netewa demokratîk wekî sîstemekî alternatîf ji bo gelê bindest dide rûnişkandin.   Dayika Uweyş bû çavkaniya azadiyê, ji ber ku Rêberekî wekî  Rêber Apo ku ji bo gelên bindest têkoşîn dike, aniye cîhanê, bi saya wê îro rêk û jiyana me ronî bû."