Hevşaredara Qersê:Armanca me ku malbat bi hev re bikevin têkiliyê 2020-04-11 09:19:00     QERS - Hevşaredara Qersê Şevîn Alaca diyar kir ku bi derfetên di destê wan de hewl didin li bajêr li dijî vîrusê têbikoşin û got bi kampanyaya ‘Malbatên xuh û bira’ armac  dikin ku têkiliya malbatan bi hev re çêbikin.”   Li Tirkiyeyê tabloya vîrusa korona her ku diçe giran dibe, hejmara miriyan zêde dibe. Li dijî koronayê gelek tedbîr tên girtin û ligel vê bi hezaran kes ji karên xwe bûn, betal man. Kampanyaya ‘Malbatên  xuh û bira’ ya HDP’ê jî didome û mezin dibe. Xebatkarên partiyê hemû astengiyan piştevaniya xwe ya bi gel re didomînin.   ‘Me ewil dezenfektan belav kir’   Hevşaredara HDP’ê ya Qersê Şevîn Alaca got ji roja vîrus derketiye heta niha li bajar gelek tedbîr girtine û got: “Piştî vîrus hat dîtin şûnde me dest bi xebatan kir. Me bi hevalên xwe yên li Midûriyeta Karên Tenduristiyê dixebitin re xebat meşand û plana çalakiya lezgîn amade kir. Me li cihên ku gel lê zêdeye dezenfektan belav kir. Me li mizgeft, rawestgeh, ocaxên tenduristiyê, yurdên xwendekaran, wesayîtên veguhestina komî, îstasyonên trenê, otogar, pirtûkxane, muze û bankayan dezenfekte kir.”   ‘Hişyariyên me ji bo gel didomin’   Şevînê destnîşan kir ku bi 14 xalên ku wezareta tenduristiyê weşandine ji gel re radigihînin û bi dîmen û li ser hesabên çapemeniyê gel di mijara vîrusê de hişyar dikin, anonsan dikin. Şevînê wiha dirêjî da axaftina xwe: “Di têketina avahiya xizmetê ya şaredariyê de kontrola germbûna laş tê kirin. Ger rewşek anormal bê dîtin em wan digihînin saziyên tenduristiyê. Yekîneyên me û ekîbên zabiteyê ji bo welatiyên  temenê wan di ser 65’î û welatên bêkes re dibin alîkar. Em xwarinê belav dikin.”   ‘Tedbîrê pêwist tên kirin’   Şevînê bi lêv kir ku piştî li bajar gelek cih hatine girtin şûnde, ji bo binpêkirinek neyê jiyîn her êvar ekîbên wan derdikevin qadê û kontrol dikin û tedbîrên pêwist tên girtin. Şevînê got ji bo xebatkarên xwe yên nexweşiya wan ya kronok heye, jinên ducanî û kesên temenê wan di ser 60’î re destura îdarî dane. ‘Em hewl didin hewcedariyên malbatan bînin cih’   Şevînê balkişand ser kampanyaya ‘Malbata xuh û bira’ ya partiya wan daye destpêkirin û got bi vê kampanyayê hedef dikin ku xwe bigihînin kesên hewcedar û wiha dawî li axaftina xwe anî: “Me divê mijarê de li ser çapemeniya civakî bang kir. Erênî hat pêşwazîkirin. Heta ji destê me bê em dixwazin xwe bigihînin gelek malbatan.”