Almaz Romî: Destkeftiyên me bi dest xistine bi saya têkoşîna dayê Uweyş e 2020-04-11 09:13:00   Dilûcan Bozî   KOBANÊ - Endama Koordînasyona Kongreya Star a herêma Firatê Almaz Romî di salvegera şehadeta dayê Ûweyş de axivî û got: "Dayê Uweyş xwediyê taybetmendiyên weke yên xwedewandiyê bû."    Ûweyş Ocalan li gundê Amara yê Xelfetiyê ya girêdayî Rihayê hat dinê. Di temenê biçûk de bi kesekî ji gundekî nêzî wan re tê zewicandin. Dibe şahidê kuştina jinek ji aliyê hevjînê xwe ve, vê yekê li dadgehê dibêje û dibe sedema cezagirtina wî. Ew kesê ku hevjînê wê ye, li girtîgehê krîza dil derbas dike û dimire. Dayika Uweyş piştî vê yekê vedigere ba malbata xwe û bi Omer Ocalan ê ji heman gundî ye dizewice. Ji vê zewacê sê kur û çar keçên wê çêdibin. Ûweyş Ocalan di destpêkê de li hemberî hevjînê xwe yê yekem ê ku jinek kuştî derdikeve. Wê çavên xwe ji sûcê wî re negirt û li hemberî civaka paşverû û feodal serî hilda. Wê bi sekna xwe ya serhildêr û şerûd şopa xwe hişt. Dayika Ûweyş ji ber nexweşiya şekir li Edeneyê tedawî dibîne lê dawiyê lingekî wê tê jêkirin. Piştî tedawiya salek a li wê derê di 11’ê nîsana 1993’an de ji ber krîza dil wefat dike. Cenazeyê wê li gundê Amarayê gelek jê hez dikir tê definkirin. 27 sal di ser wefata dayika Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan de derbas bû.   Endama Koordînasyona Kongreya Star ya herêma Firatê Almaz Romî di derbarê 27'emîn salvegera şehadeta dayê Uweyş Ocalan de nêrînên xwe anî ziman û bersiva pirsên ajansa me da.   Jin dema dibe dayik hestên çawa dijî, guherînên bi çi rengî di bedena wê de çêdibe û li beranberî zarokên xwe hestekî çawa dijî?   Jin dema dibe dayik helbet guhertin û veguhertin di bedena wê de çêdibin, beriya zewacê û piştî zewacê ferq û cudahiyên mezin di navbera wan de hene, bi taybet dema jin du canî dibe ji ber ku 9 mehan zarokekî di hundir xwe de xwedî dike. Her tim dayik di fikra ku wê zarokê xwe çawa xwedî bike û wê pêşeroja xwe çawa be piranî dayik bi zarokên xwe dihizirin. Ji bo zarokên xwe kêfxweş bike gelek caran dayik xwe ji pir tiştan mehrom dike. Gelek caran dayik di hewldanan de ye ku zarokê xwe di her milî de serkeftî be ew jî ji berhemên dayika xwedewentî tê. Lê armanca dayikê ya sereke ji bo zarokê xwe perwedeyê esas digire dest.    Dayê Uweyş kesayetek xwedî taybetmendiyên mezin e bi vê kesayeta xwe bandoreke çawa li Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan kiriye?     Mirov dikare wiha behsa kesayeta dayê Ûweyş bike, Rêber Apo di nava pirtûkên xwe de behsa dayika xwe dike û dibêje ez dayika xwe dişibihînim dayika xwedawend, Rêber Apo dibêje: “Min terbiyeya herî mezin ji wê girt". Dayê Uweyş bi serhildana li hemberî sûcê hevjînê xwe li dijî civaka feodal derket û xwedî kesayetek têkoşer, navdar, serhildêr bû û ewqas jî parveker bû. Kesayeta dayê Uweyş ya serhildêr û têkoşer îro bi têkoşîna jinên kurd, ereb, tirkmen, çerkez û hwd re dijî. Rêber Apo gelek caran di analîzên xwe de behsa kesayet, sekin û keda dayika xwe dike û dibêje ku gelek tiştan jê hîn bûye. Dema ku dayê Ûweyş di 4’ê Nîsana 1949'an de zarokek anî dinê nizanibû ku ew ê bibe Rêberê mirovahiyê û çarenûsa gelê Kurd biguherîne. Bi saya hêz û vîna dayê Uweyş Rêber Apo hişt ku îro gelê bindest behsa mafê xwe bike û li hemberî desthilatdaran şer bikin û bibin xwedî biryar. Rêber Apo hêza dayika xwe ji xwe re esas girt. Di nava her malbatekê de mêr di malê de rêveber e, lê di mala Rêber Apo de dayika wî rêvebera malê bû û Rêber Apo bi çavekî pêşeng li dayika xwe mêze dikir. Rêberê PKK´ê Abdullah Ocalan dibêje: "Bandora hêza dayikê û têkoşîna dayikê bû sedem ku ez li ser pirsgirêka jinan rawestim."     Abdullah Ocalan ji zarokatiya xwe de her dixwest jinan fam bike û bû sedema avakirina partî û saziyên jin tê de cih digirin. Gelo em dikarin bêjin di bin bandora hezkirina diya xwe de maye?   Nakokiyên Rêber Apo bi malbatê re zû dest pê kirin, ev yek bû sedem ku bi xwe re pêşveçûnan tayîn bike, ji ber nakokiyên dayika Rêber Apo hişt ku Rêbertî teşwîqî şer bibe. Terbiya herî mezin Rêbertî ji dayika xwe girt. Dayê Uweyş bi Rêbertî re digot ger tu bi dijminên xwe re şer nekî tu nikarî nan bixwî û tu carî nikarî bijî.  Dayê Uweyş li hemberî kesên ji xwe re dijmin didît û têkoşer bû. Mînak dema ku Rêbertî û zarokan li hev didan wê demê dayika Rêbertî digot tu yê biçî lêdî tola xwe jê hilînî. Dayê Uweyş nedihişt zarokên wê  mexdûr bibin. Bandora wê ya li ser Rêber Apo bû sedem ku Rêbertî bala xwe bide ser jinan. Hêza dayikê û têkoşîna dayikê Rêbertî ber bi pirsgirêka jinan ve bir. Bandora jineke wiha, jineke ku nexwest bikeve bin bandora desthilatdariya mêr ji xwe pir ber bi çav e. Rêber Apo bawerî û hezkirina ku da jinan îro em bala xwe pêdin ku artêşa jinê an jî partiya jinê hatiye avakirin. Rêber Apo dest bi projeya jinê kiribû lê piştî girtina wî êdî me jinan bi xwe ew piroje bi fikir û felsefeya azad berdewam dikin û hîna em di asta serkeftinê dane ew hêza ku Rêber Apo daye jinê ew jî ji berhemên dayika xwedewend dayê Uveyş e.