Endama DAKAP’ê Arîn: Jin neçarî hemû zor û zehmetiyan tên kirin 2020-04-11 09:04:00   AMED - Endama DAKAP’ê Arîn Zumrut diyar kir ku jin neçarî ku di navbera mafê jiyan û tenduristiyê de tercihekê bikin tên hiştin û got: “Divê mirov di vê pêvajoyê de li malê bin lê mixabin hemû barê malê li ser jinê dimîne.”   Endama Platforma Jinan a Dîcle Amed (DAKAP) Arîn Zumrut diyar kir ku di pêvajoya vîrusê de şîdeta nav malê zêde bûye û got jin ne tenê ne.   Şîdeta li ser jinê zêde bû’   Arînê got hikûmetê çawa ku pêvajo destpêkiriye banga ‘li malê bin’ kir û piştî vê hinek encam derketine holê û wiha pê de çû: “ Di vê pêvajoyê de şîdeta li ser jinê zêde bûye. Rayagiştî jî bertek nîşan da. Divê em bidin hîskirin ku jin di vê pêvajoyê de ne tenê ne. Pêvajoya vîrusê bandor li ser hemû aliyan kir. Bi taybet ewil jin ji kar hatin avêtin. Hîna gelek hevalên jin neçarin li fabrîka, tesktîl û şantiyeyan bixebitin. Di vê rewşê de ji mafên xwe yên tenduristiyê jî bêpar dimînin. Ligel vê rewşek berovajî vê jî heye. Jin neçar dimînin li malê bimînin û karên li malê jî hemû li ser mile jinan tê barkirin.”   ‘Bar li milê jinan hat barkirin’   Arînê got ji bo desturên bê pere xaleke ‘ewil destur bidin jinan piştre bidin mêran’ hatiye zêdekirin û got ev jî nêzîkatiya zayendperest nîşan dide û polîtîkayeke dewletê ye. Arînê daxuyakirin ku bi vî awayî hemû bar li ser milên jinan tê barkirin û wiha pê de çû: “ Gelo şîdet di carekê de çima zêde bû. Sedema zêdebûna şîdeta li ser jinê, ev e ku dema mêr û jin ligel hev derbas dikin zêde bûye. Mêr hemû hêrsa xwe di serê jinan re derdixin. Em der barê şîdetê de serlêdanan digirin. Serlêdan her diçin zêde dibin. Dewlet tedbîrê negire wê rewş hîn bêtir giran bibe. Di vê pêvajoya pandemî de welatên pêşketî stargehên jinan zêde kirin. Xetên telefonê û hesabên çapemeniyê yên jin dikarin xwe bigihîninê zêde kirin. Lê li welatê me berovajî vê pêk tê.”   Arînê di dawiya axaftina xwe de daxuyakirin ku li gorî daneyên dawî di 20 rojan de 21 jin hatine qetilkirin û got divê hemû saziyên jinan der barê şîdeta li ser jinan de dengên xwe bilind bikin.