Hatîce Betul Çelebî: Kesên astengdar du caran tên îzolekirin 2020-04-11 09:02:00   Medya Uren    AMED -  Hevberdevka Komîsyona Astengdaran a HDP’ê Hatîce Betul Çelbî got ji bo astengkirina belavbûna pandemiyê îzalasyona civakî tê xwestin, em wekî kesên astengdar vê îzolasyonê dubare dijîn û wiha got: “Bi vîrusê re zahmetiyên jiyanê ji bo me qat bi qat zêde bûn. Astengdarên li girtîgehan,  astegdarên dixebitin, yên xizan û yên pêwîstiya wan bi nexweşxaneyê hene dubare hatin îzolekirin.”   Vîrusa Koronoyê (COVİD-19) a ku ji bajarê Vuhan ê Çînê balavî cîhanê bûye li Tirkiyê jî bu sedema qeyranên mezin. Ji bo ewlehiyê civak hemû neçarî îzalasyona civakî hatiye kirin. Lewra bi vê îzalasyonê re 5 milyon astengdarên li Tirkiyeyê û herêmê dubare tên îzolekirin.  Astengdarên ku bi gelek zahmetiyan re rûbirû dimîn di rojevê de jî qat cih ji wan re nayê dayîn.. Hevberdevka Komîsyona Astengdaran a Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) Hatîce Betul Çelebî   derbarê pirsgirêkên ku astengdar di pêvajoya izolasyona civakî de dijîn nirxandin kir.   ‘Jiyan ji bo me bêhtir zahmet bû’   Hatîceyê diyar kir ku bi belavbûna vîrusê re jiyana wan bêhtir zahmet bûye û wiha got: “Vîrusa Koronoyê bêyî ziman, netew, ol û zayndê ji hev veqetîne hemû qadên cîhanê xistin bin bandora xwe. Karasetek wisa ye ku hemû fêrbûnên me serû bin dike. Li her devera cîhanê ji neçarî îzalasyona civakî  pêktê. Li Tirkiyeyê  û herêmê ku nifûsa wan ji sedî 12 ye, jixwe beriya rewşa awarte ji ber sedema polîtîkayên civakî ên heyî li ser wan îzolasyonek hebû. Di rastiya xwe de avahî ji bo astengdaran û bi taybet jî ji bo astengdarên zarok vediguhere zindanê. Lewra îzalrasyona civakî a ku ji bo ewlehiyê tê pêkanîn vê care jiyana me ya zahmet bêhtir zahmet dike.”   ‘Divê jikarderxistina astengdaran were astengkirin’   Hatîceyê diyar kir ku,di van rojên zor de xebatkarên astengdar bi rêya destûrê ji kar hatin dûrxistin û ji bo pirsgirêkên wan tu çareserî pêk nehat. Hatîceyê anî ziman ku ji bo jiyana astengdaran hêsan bikin tû hewldan nayên kirin û wiha dirêjî da axaftina xwe: “Astengdar di jiyana xwe ya asayî de bi gelek pirsgirêkan re rûbirû dimînin û îro jî ev pirsgirêkên wan ji ber şewba pandemî qat bi qat zêde bûne. Divê bi lezgînî tedbîr werin girtin. Tê zanîn ku yek ji pirsgirêkên mezin yên astengdaran xwegihandina hin cihan e û hin pêdiviyan e û iro jî ev pirsgirêk duqat berdewam. Hin mafên ku ji bo astengdaran hatibûn dayîn jî bi pandemiyê re hatin rawestandin. Bi taybet jî divê destura bi muçe ji bo astengdaran were dayîn ji bo kesên ku di saziyên taybet de dixebitin. Divê ji kar derxistina kesên astengdar were astengkirin.”   ‘Divê polîtîkayên çareserkirinê werin afrandin’   Hatîceyê bi bîr anî ku ji bo girtina vîrusê kesên astendar jî di xetereyê de ne û wiha berdewam kir: “Tê zanîn ku gelek astengdar pergala wan a bexşanê lewaz e û di vê pêvajoyê de ev kes bêhtir pirsgirêkan dijîn. Herwiha em di aliye xwegîhandina dermanan de jî pirsgirêkan dijîn. Di vê di van aliyan de jî alîkarî were kirin. Gelek mirovên astengdar ên ku bêkarin di bin sînora xizaniyê de jiyana xwe didin domandin. Astengdarên xizan divê werin diyarkirin û arîkariya xwarin û malzemeyên paqikjiyê ji bo wan were kirin. Lewra ji bo alîkariyê gelek welatên Ewrupayê hinek  kes erkdar kirin. Divê ji bo me jî polîtîkayên çareserker ên bi vî rengî ji aliyê rayedaran ve şaredariyan ve werin pêkanîn. Li gel van welatî dikarin xwe bi xwe jî piştgiriyê bidin hev. Ji bo jirizgarkirina ji astengên mezintir divê herkes gavê biavêje. Xebatên rahabilîtasyonê yên rojane hene ku kesên astengdar jê hatine mehrumkirin. Her wiha li gel alîkariyê agahî û zanînên ji bo civakê ku tên kirin divê ji bo astengdaran jî cüda bên kirin. ”   ‘Bila astengdaran tene nehêlin’   Hatîceyê diyar kir ku yek ji komên astengdaran ên ji îzalasyona civakî  bi bandor dibin  jî bê guman kesên Down sendrom û otistîk in. Bi vê re ji mal derneketin û hepskirina wan wê bibe sedema mezinbûna pirsgirêkên derûnî. Hatîce wiha berdewam kir: “ Hînbûnên van kesan ji bo wan geelek girîng in û çawa hîn bûne jî divê jiyana xwe wiha berdewam bikin. Guhertinek biçûk jî dikare jiyana xwan ser û bin bike. Ev rewş heta xwe kujiyê ji diçe. Lê piranî ev xwe weke nobefê dide der. Ev rewş di dema kamilbûna van kesan de zêdetir dibe. Perwerdeya ji dur wê çiqas baş be ji ji bo van kesan ew jî cihê niqaşê ye.”   ‘Bila girtiyên astengdar bên berdan’   Hatîceyê anî ziman ku koma herî zêde ji vîrusê bandor bibe wê astengdarên di girtîgehan de bin û wiha dawî li axaftina xwe anî: “Paqijî, destdar û dûrbûn xalên herî girîng yên xwe parastina ji vîrûsê ne, lewra tu hem astengdar hem ji girtî bî pêkanîna van ne pêkan e. Mixabin girtiyên astengdar bi alîkariya kesên siyem pêdiviyên xwe yên rojane tînin cih. Divê em vê mijarê di rojevê de bihêlin. Kesên astengdar di jiyana rojane de ji nikarin li girtîgehan bimînin û divê serbest werin berdan.”