ROJEVA 11’Ê NÎSANA 2020’AN 2020-04-11 09:00:00   *Hevseroka HDP'ê ya Colemêrgê Sîpan Turan diyar kir ku li herêmê tedbîr di asta herî jêr de ne û wiha got:" Derheqê kesên bi vîrusê de gel nayê agahdarkirin. Divê dewlet  polîtîkayên  taybet ên  li colemêrgê bi dawî bike û li bajêr  polîtîkayên xîzmeta tenduristiyê  bi hêz bike."   *Hevberdevka Komîsyona Astengdaran a HDP’ê Hatîce Betul Çelbî got ji bo astengkirina belavbûna pandemiyê îzalasyona civakî tê xwestin, em wekî kesên astengdar vê îzolasyonê dubare dijîn û wiha got: “Bi vîrusê re zahmetiyên jiyanê ji bo me qat bi qat zêde bûn. Astengdarên li girtîgehan,  astegdarên dixebitin, yên xizan û yên pêwîstiya wan bi nexweşxaneyê hene dubare hatin îzolekirin.”   Koma Erbanê ya Nujiyan a navneda Muzîkê ya Demê, li ser înternetê perwerdê dide xwendekarên xwe. Hîndekar Jiyan Savci diyar kir ku hejmara xwendekarên wan zêde bûne û got di her şert û mercî de wê xebatan bidomînin û bi stranên xwe moral bidin civakê. BI DÎMEN   *Endama SES’ê Gonul Adibelî li ser vîrusa koronoyê û xebatên ewlehiyê axivî û wiha diyar kir: “Bi yektiyê em ê bikaribin vê karasetê derbas bikin, lewra îqtidar vê pêvajoyê li gor berjewendiyên xwe birêve dibe. Karaset her ku diçe mezin dibe û ji bo demên pêş jî tu amedekarî ne hatine kirin. Em weke STK’a ji di nav pêvajoyê de ne lewra Midurê tendurustiyê daxwazên me yên hevdîtinê bê bersiv dihêle.”   *Endama DAKAP’ê Arîn Zumrut diyar kir ku jin neçarî ku di navbera mafê jiyan û tenduristiyê de tercihekê bikin tên hiştin û got: “Divê mirov di vê pêvajoyê de li malê bin lê mixabin hemû barê malê li ser jinê dimîne.” BI DÎMEN   *Hekîmên malbatê yên bi vîrusê ketine an jî li ser gumanê raporan digirin, di pêvajoyên ku naxebitin de mûçeyê wan tên birîn. Doktor Suheyla Alkoç û hevseroka giştî ya SES’ê Gonul Erden got ev rewş bi tu awayî nikare bê qebûlkirin.   *Zekiya Nasir a ji gundê Um El-Kêfê ku mala kurê wê hat topbarankirin wiha dibêje: "Dewleta tirk çi ji me dixwaze, di saetên nîvroyê de mala kurê min topbaran kirin." DÎMEN HEYE   *Koçberên kampa Waşûkanî teqez kirin ku di vê qonaxê de êrîşên dewlata tirk  xeteriyek li ser jiyana koçberan dike û gotin: "Dagirkerî dê Virûsa Korona belav bike." DÎMEN HEYE   *Endama Koordînasyona Kongreya Star a herêma Firatê Almaz Romî di salvegera şehadeta dayê Ûweyş de axivî û got: "Dayê Uweyş xwediyê taybetmendiyên weke yên xwedewandiyê bû." DÎMEN HEYE *Hevşaredara Qersê Şevîn Alaca diyar kir ku bi derfetên di destê wan de hewl didin li bajêr li dijî vîrusê têbikoşin û got bi kampanyaya ‘Malbatên xuh û bira’ armac  dikin ku têkiliya malbatan bi hev re çêbikin.”   *Girtiya bi navê Semîra Erboga ya li girtîgeha Tîpa T ya Wanê girtî ye, di hevdîtina bi malbata xwe re diyar kir ku ji ber vîrusê, jimartina li hewşê ya di rewşên baranê de tên kirin qebûl nakin û ji ber vê jî der barê wan de girtek tê girtin. Dayika semîrayê Gulîzar Erboga jî da zanîn ku ew pêkanînên kêfî qebûl nakin û got: “Di qanûna înfazê de girtiyên siyasî nehatin bicihkirin. Ev jî nêzîkatiya hikûmetê ya li hember kurdan nîşan dide.