Guhertina demografîk li Efrînê dewam dike 2020-04-10 13:10:50   EFRÎN - Li herêma Efrînê her roj guhertina demografîk  pêk tê. Herî dawî jî li gor çavkaniyên herêmî koma bi navê Semerqend darên temenmezin jê dikin û kampan ava dikin.   Di 20'ê çileyê 2018'an de dewleta tirk bi 72 teyareyên şer, êrîşî herêma Efrînê kir û di 18'ê Adara 2018'an de ket Efrînê. Piştî êrîşên dewleta tirk gelê herêmê rastî koçberiyê hatin û bi hezaran şêniyên Efrînê niha li Şehbayê dijîn. Ji aliyekî din jî li herêma Efrînê piştî hatiye kontrolkirin her roj rastî êrîşên guhertina etnîkî tê. Her wiha gelek cihên dîrokî hatin hilweşandin û darên zeytûnan tên şewitandin, jêkirin û firotin.    Herî dawî li gor çavkaniyên herêmî, komên bi navê Semerqend darên temenmezin jê dikin. Her wiha hin dîmen gihîştin destê me ku komên Semerqend li gundê Rûta ya navçeya Mabata ya Efrînê daran jê dikin. Her wiha li gor çavkaniyên herêmî, kamp ji bo malbatên çeteyan li taxa Mehmûdiyê ya navênda Efrînê hatiye avakirin.