'Em nikarin xizmên xwe terkê mirinê bikin' 2020-04-10 11:36:22   MÛŞ - Muhlîse Karaguzel berê hevseroka HDP'ê ya Mûşê bû û ligel nexweşiyên kronîk niha li girtîgehê ye. Keça Muhlîseyê Zîlan Karaguzel, bang li raya giştî kir û got: "Em nikarin dayik, bav, xwîşk, bira û hevalên xwe terkê mirinê bikin. Divê em destûr nedin vê yekî."   Vîrûsa koronayê seranserê Tirkiyeyê belavbû. Bi belavbûnê tirs û fikarên malbaten girtiyan jî bêtir mezin bûn. Niha bi sedan girtiyên nexweş bi xetereya şewbê re rûbirû ne. Yek jî wan Hevseroka berê ya Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) ya Mûşê Muhlîse Karaguzel e.   Muhlîse di meha tebaxê sala 2019'an de bi hinceta "endama rêxistinê ye" hat girtin û wê şandin Girtîgeha Tîpa E ya Mûşê. Muhlîse 57 salî ye û ji ber nexweşiyên astim, tansiyon û şekir niha li girtîgehê wekî bi hezaran girtiyên nexweş rojên zehmet dijî.  Ligel rapora wê ya ku nikare li girtîgehê bîminê heye jî wê sirgunê Girtîgeha Jinan a Bunyana Kayseriyê kirin.    Dema hat sirgunkirin jî ji malbatê re nehat vegotin. Piştî çend mehan şûnde xizmên Muhîseyê çûn hevdîtinê. Keça Muhlîseyê Zîlan Karaguzel, bal kişand ser rewşa dayika xwe û got: "Mafê bi hezaran girtiyan tê binpêkirin. Li girtîgehan gelek girtiyên nexweş hene û bi şewbê re tirs û fikar mezin dibe. Girtiyên ku 65 salî û 65 salî jortir girtî hene, girtiyên jin ên bi zarokên xwe re dimînin jî hene. Em nikarin dayik, bav, xwîşk, bira û hevalên xwe terkê mirinê bikin. Divê em destûr nedin vê yekî. Em dixwazin rayedar li gorî peymanên navneteweyî tevbigerin."   Zîlan, wiha dawî li axaftina xwe anî: "Ne hiqûqa dijminatiyê divê hiqûqa gerdûnî pêk bê. Daxwazên me daxweziyeke mirovî ye. Em di înfazê de wekheviyê dixwazin. Belê jiyan li malê dibe lê li girtîgehê nabe!"