Zelal Yildirim: Wê mirinan çawa vebêjin 2020-04-10 09:06:00   MÊRDÎN - Keça Gulser Yildirim ya girtiya siyasî , Zelal Yildirim Şen diyar kir ku ji ber vîrusa korona yek ji cihên ku rewş lê gelek cidiye girtîgehin û wiha got: “Vegotina mirinên ji girtîgehan derkevin wê tunebe. Divê cidiyeta vê baş bê zanîn.”   Ji ber vîrusa korona (Covîd-19) li cîhanê û Tirkiyeyê hejmara miriyan her diçe zêde dibe. Her roj vîrus rê li ber windabûna hezaran kesî vedike û yek ji cihên ku li dijî vîrusê tedbîr nayê girtin jî girtîgehin. Di sererastkirina înfazê ya ji aliyê AKP û MHP’ê ve hat amadekirin de girtiyên siyasî cih nagirin û bertek li dijî vê roj bi roj mezin dibin.   Parlamentera HDP’ê ya berê ya Mêrdînê Gulser Yildirim li girtîgeha Kandirayê girtî ye. Keça wê Zelal Yildirim Şen, bi dayika xwe re bi telefonê  axivî û der barê rewşa girtîgehan de agahî parve kir.   ‘Telefona girtîgehê hemû girtî bikar tînin’   Zelalê diyar kir ku rûpûş tenê bi gardiyanan re hene û şert û mercên hîjyenê jî gelek qelsin û wiha pê de çû: “Roja yekşemê bi dayika xwe re axivîm. Mafên hevdîtina vekirî û girtî ji destê me hat girtin. Em hefteyê carê ji girtîgehan agahiyê digirin. Rojên yekşeman em bi telefonê axivîn. Min got hun di hevdîtina telefonê de rûpûş an jî lepik bi kar tînin an na. Got tenê gardiyan bi kar tînin. Wê telefonê hemû girtî bi kar tînin. Ev rîskek mezin e.”   ‘Girtî navbera civakî ava dikin’   Zelalê destnîşan kir ku li girtîgehan virûs cidî nayê girtin û ev tişt daxuyand: “Dayika min got, rojê carekê temasa gardiyanan ferze û li wir ew bi hewldanên xwe navbera civakî ava dikin. Şert û mercên hîjneyên têr nînin. Hewcedariyên kantînê ji derve tên. Em wek malbat bi fikarin. Ji ber şert û merc nebaşin gelek xweşî jî bi dayika min re derketine. Bi awayekî rêk û pêk nabin doktor jî.”   ‘Divê demildest tahliye bên destpêkirin’   Zelalê bi lêv kir ku girtiyên siyasî ji ber nasnameyên wan terkî mirinê tên kirin û got: “Fikar û pisgirêkên cidî hene. Fikarên me malbatan her diçin zêde dibin. Ev pêvajo wisa biçe wê encamên nebaş derkevin holê. Em bi fikar pêvajoyê temaşe dikin. Em fêm nakin ku çima girtiyên siyasî ne di vê qanûnê de ne. Tiştek li girtîgehan pêk bê wê îfadekirina vê tüne be. Divê demildest tahliye bên kirin.”   ‘Saet jî girînin’   Zelalê di dawiya axaftina xwe de daxuyakirin ku bi hezaran kes ji ber nasnameya muxalîf li girtîgehane û terkî mirinê hatine kirin û got ev ne wijdan ne jî ahlaq qebûl dike û wiha dawî lê anî: “Ev pêvajo gelek girînge. Saet jî girîngin. Divê demildest tahliye bên kirin.”