Endama DÎK’ê Dîlan Aydin: Serokatiya Karên Dîyanetê olê îstîsmar dike 2020-04-10 09:01:00       Zeynep Durgut - Şehrîban Aslan   AMED - Endama DÎK’ê Dîlan Aydin anî ziman ku li mizgeftan bi xwendina selayan  olê dikin amûrê polîtîkayên xwe û got ku kampanyaya ji hêla Serokatiya Karên Dîyanetê ve hatiye destpêkirin rûreşî ye û îstismarkirina olê ye.”   Şewba koronayê (Covîd -19) ku di serî de li Çînê rû da li sernaserê cîhanê belav bû.  Roj bi roj hejmara kesên ku ji ber vê şewbê li seranserî cîhanê jiyana xwe ji dest ddin zêde dibe û gelek kes jî bi vê şewbê ne.  Li Tirkiyeyê jî heta niha  bi sedan kesî ji ber vê şewbê jiyana xwe ji dest daye û bi hezaran kes jî bi  şewbê ketine.  Li  Tirkiyeyê piştî  ku şewb belav bû,  wekî tedbîr ji aliye Serokê Karanên Diyanetê Alî Erbaş  ve ferman hat dayîn ku li hemû mizgeftên Tirkiyeyê û heremê  sela û  Sûreya fethayê  bê xwendin. Bi vê biryara Serokatiya Karên Diyanetê re , pirsa  ‘ Gelo wê ji vîrûsê sela me  xilas bike?’ di sere kesan de çêbû.  Ji dema Hewldana Darbeya 15’ê tirmehê ya sala 2016’an ku pêk hat û heta niha di her şer,nexweşî  û pêvçûnan de ji aliye Serokatiya Karên Dîyanetê  ve fermana xwendina  sela û Sûreyên fethayê tê dayîn. Di demeke nêz de dewleta tirk û komên wê ji bo dagirkirina bakur û rojhilatê Sûriyeyê  êrîş pêk anîbû,  di heman rojê de dîsa ji aliye Serokatiya Karên Diyanetê ve ji bo piştgiriya êrîşê  fermanek hat dayîn ku li her mizgeftan Sûreya Fethê û sela bê xwendin.   Derbarê polîtîkayên  Serokatiya Karên Dîyanetê de  endama Kongreya Îslama Demokratîk (DÎK) Dîlan Aydin nirxandin kir.    ‘Olên Îbrahîmî ji bo civakan hatine, ne ji bo kesan’   Dîlanê diyar kir ku hikûmet bi van polîtîkayan olê îstîsmar dike û anî ziman ku ol ji bo civakan ne ji bo kesan kesan hatiye û wiha axivi:” Niha mijar li vir ol e û bîr û bawerî ye. Lê divê em bibêjin ol û baweriyeke çawa? Îro desthilatdariya li Tirkiyeyê çawa ku li ser her tiştî tehekuma xwe ava kiriye xezayê jî texrîb dike, Ji aliyê aborî ve jî her tiştê welatekî girtiye bin destên xwe û xesp kiriye. Jiyan li mirovan   herimandiye, bi heman rengî dest avêtiye ol jî. Bi desthilatdariya  xwe, bi olê dilîze, li gorî xwe şîrove dike. Wekî ku nûnerê Olê Îslamê ew bi xwe ne. Lê rastiya ol  ne  wisa ye. Olên Îbrahîmî ji bo civakan hatine, ne ji bo kes an jî koman. Îslama ku ola herî dawî ya vê çandê ye, ji bo civakê ber bi rêyeke rast ve bibe, wekî yên beriya xwe hatiye.  Lê ji ber ku dawiyê di gelek merheleyan de derbas bûye, ketiye gelek destan cewhera xwe winda kiriye. Îcar em dema li nêzîkatiyên li ser navê ol ên vê desthilatdariyê mêze dikin, dibînin ku ew xwe ne tenê nûner, xwe xwediyê ol dibine.  Loma jî dest bi şovan dike. Em ji vê yekê re bibêjin ‘şov’ dê tam di cih de be. Ji aliyekî ve tu yê qedexe bikî, ji aliyekî ve tu yê di qesra xwe ya heram de limêja bi cemaet bikî. Tu wateya vê yekê tune ye tenê îstîsmara hestên mirovan di vê de heye.”  ‘Mizgeft ne mal û milkê tu kesê ne’   Dîlanê di berdewamiya axaftina xwe de bal kişand ser xwendina selayan û  Sûreya fethê û anî ziman ku mizgeft ne mal û milkê tu kesî ne ku çi dem bixwazin li gorî armancên xwe bi kar bînin û wiha pê de çû:” Mijara xwendina selayê jî ji  sala 2016’an ve bûye mode. Ji roja ku navê 15’ê tirmehê  lê danîne heta niha çi êrîş, dek û dolab û nelirêtî hebin, radibin li mizgeftan selayê didin xwendin.  Ev jî modaya vê hikûmetê ye. Êrîşî welatên din, bajar û gundên kurdan dike sela û sûreya Fethê dixwîne. Erdhej çêdibin, nexweşî belav dibe, selayê dixwîne. Çi eleqe? Divê ku civaka rastiyê dizane dibîne li dijî vê yekê bertek nîşan bide. Bibêje ku mizgeft ne mal û milkê tu kesê ne, çi dema bixwazin li gorî armancên xwe bi kar bînin. Ev êrîşeke bi navê ol e.  Êrîş û bêrêziya herî mezin a li dijî ol e. Ev ne ol e bêolî  û munafiqî ye. Meşrûkirina hemû êrîş, talan û tecawiza mal û milkê gel e. Vê jî bi ol meşru dike.  Îcar dibe kesên pir ehmeq ji vê yekê bawer bikin lê ez dibêjim ji derveyî wan û yên derdora wan kes êdî ji wan bawer nake. Di van rojên ku şewba vîrûsê belav bûye de, li cihê ku rastiyê ji gel re bibêjin, radibin selayê didin xwendin? Li cihê ku tedbîrên ji bo pêşî lêgirtin û dermankirinê bibînin, radibin dua dikin. Ya pêwîst ew e ku tu îro bi xwe rexneyî derkevî bibêjî divê me pêşiya vîrûsê girtibûya.  Lê na bi sela û duayan. Bi van dîsa emelê xwe yê xirab vedişêrin.”   ‘Perexestina ji gel, bêexlaqî ye’   Dîlanê di  dirêjiya axaftina xwe de destnîşanî kampanyaya ku ji hela hikûmetê ve  hatiye  destpêkirin û diyar kir ku şerma herî mezin ji gelê xîzan xwestina pere ye û wiha got:”  Dibêjin ji bo xweparastinê dernekevin derve.  Rast e, lê qey nizanin ku bi hezaran, bi mîlyonan kes rojane bi keda xwe dikarin xwe têr bikin. Ger dernekevin derve dê kî pêdiviyên wan ên bingehîn, xwarin, vexwarin û hwd. Bi cih bîne? Îcar sosreta herî mezin jî ew e ku  ji gel alîkariya pere dixwazin.  Li cihê ku bibêjin li malên xwe bin, em ê di vê pêvajoyê de alîkariya madî bidin we, radibin bi awayekî bêhûrmetî vê yekê dibêjin. Ev hemû sedema bertekên mezin in. Îro li Tirkiyeyê gel ne ji ber vîrusê, ji ber debara xwe bi fikar e. Bi hezaran kes ji kar hatine derxistin, bi hezaran dev ji karê xwe berdane.  Îcar bi ser vê de jî bila  pere ji asîmanan bînin bidin. Ji bo rêveberiyekê ev rûreşî ye, bêexlaqî ye.”   ‘Nexweşiyên vê serdemê  bingeha xwe ji desthilatdariyan digrin’   Dîlanê herî dawî  da zanîn ku nexweşiyên vê serdemê  bingeha xwe ji desthilatdariyan digrin û wiha dawî li axaftina xwe anî:” Ev serdemên bi alozin.  Ne tenê ji bo van rojan sedan sal e her diçe nexweşiyên madî û manewî yên civakan pûç û vala dikin e. Nexweşiyên vê serdemê jî bingeha xwe ji desthilatdariyan digrin. Di serdemek ku pergala kapîtalîst, xwe di ser her tiştî re dibîne, dest davêje her dere. Ji ber vê jî derketina van nexweşiyan xwezayî ye. Her roj bi mîlyonan însan ji birçîbûnê dimrin, exlaq û wijdan nemaye, navê azadiyê li bêexlaqî û bêberpirsyariyê kirine. Çawa ku serdemên mîtolojî û olan, bi mînakên karesatên xwezayî û hwd. Dagirtî ne, di wan serdeman de mirovahî desthilatdarî  bi nexweşiyên bi vî rengî re têkoşiya ne, niha jî peywirek wisa li pêşiya mirovahiyê ye. Famkirin û analîzkirina rast pêwîst e.”