Malbata girtiya nexweş: Divê derî li girtiyên siyasî jî bên vekirin 2020-04-09 13:41:12   MÊRDÎN - Dapîra Medya Aslana ku di Girtîgeha Girtî ya Tîpa T a Wanê tê girtin, Hafsadî Aslan bertek nîşanî newekheviya zagona înfazê da û wiha got:"Gelek welatî bê cudatî gelek girtî berdan lê Tirkiye vê yekê nake. Divê derî li girtiyên siyasî jî bên vekirin."   Bertekên li dijî 3'yemîn Pakêta Darazê ya ku girtiyên siyasî di nav de cih nagire didomin. Di serî de malbatên girtiyan, gelek kes bertek nîşan dide. Vîrusa Koronayê li her derê bi awayekî lez belav dibe û ev ji bo girtiyan talûkeyeke mezin e. Dapîra Medya Aslana ku di Girtîgeha Girtî ya Tîpa T a Wanê tê girtin, Hafsadî Aslan têkildarî mijarê fikarên xwe anî ziman.    'Keça min bê tup nikare hilmê bistîne'   Dayika Medya Aslan, Gulperî Aslan wiha got:"Medya gelek carî qeyran derbas kiriye. Keça min bê tup nikare hilmê bistîne. Ji bo hemû girtiyan em bi fikar in. Divê hemû girtî bên berdan."   'Divê derî li girtiyên siyasî jî bên vekirin'   Dapîra Medya, Hafsadî Aslan wiha got:"Nexweşiya astimê ya Medyayê heye û hîn dewam dike. Hevalên nexweş ên Medyayê jî hene. Hinek nexweşiya dil bi wan re ne, hinek jê bi pênçeşêrê ne. Divê di mijar berdana girtiyan de cudatî neyê kirin. Bila destên xwe dînin ser wicdanê xwe. Gelek welatî bê cudatî gelek girtî berdan lê Tirkiye vê yekê nake. Divê derî li girtiyên siyasî jî bên vekirin."