Hacer Perîhan: Cihê zarokan ne girtîgeh in 2020-04-09 11:46:06   Medya Uren - Rengîn Azîzoglu   AMED - Parêzera Mafê Zarokan Hacer Perîhan Demîrel li ser girtiyên zarok û zarokên neçar in li gel dayika xwe bimînin axivî û wiha got: “Zarokên sucdar tune ne. Yên wan teşwîq dikin sûcdar in. Pêwîstiya zarokan bi me heye, lewra fikirandina wan erka me hemûyan e. Em hêvîdar in di  nûkirina biryara înfazê de zarok jî werin fikirîn. Li dijî wê di pêşerojê de em ê çawa li rûyê wan zarokan temaşe bikin hûn bifikin.”   Vîrusa Koronoyê (COVİD-19) bû sedema mirina bi hezaran kesan ku bi milyonan kes jî tuşî vîrusê bûne. Di demek kurt de pandomiyê bandora xwe li ser Tirkiyeyê jî kir. Bi belavbûna her qadên jiyanê re girtîgeh jî bûn mijara metirsiyê. Lewra di girtîgehan de li gel kesên nexweş û temenmezin jimarek zêde zarok ji dimînin. Li hemberî pandomiyê çiqasî xebatên ewlehiyê werin girtin jî di girtîgehan de ev rewş tê guhertin. Zarok  li girtîgehê bi derûniyek xerab mezin dibin ango di van rojên awarte de yên herî jê bandor dibin zarok in. Endama Komîteya Baroya Rihayê ya Mafê Zarokan Hacer Perîhan Demîrel li ser jimara girtiyên zarok nirxandinên xwe bi ajansa me re parve kir.    Jimara zarokên di girtîgehê de   Hacer Perîhan di destpêka axaftina xwe de daneyên girtiyan wiha parve kir: “Li gorî rapora Wezîrê Dadê ji Meclîsa mezin ya Gel a Tirkiyeyê re parve kiriye de di 355 girtîgehan de bi giştî 282 hezar girtî hene. Ev jimar di van rojan de zêdetir bû û gihiştiye 300 hezar kesî. Mixabin di nava van kesan de jimarek zêde zarok hene ku tê piştçavkirin. Hinek ji van li gel diya xwe dimînin û hinek jî bi sûcên kirine re li girtîgehan dimînin. Li gorî daneyên ne fermî ji sala 2018’an şûnde 743 zarok li girtîgehan bi diya xwe re dimînin. Ji derveyî wê ji 35 dayikên ducanî ji li girtîgehê dimînin. Li gorî van daneyan 543 zarok temenê wan di navbera 0 – 3 de û 200 zarok jî temenê wan di navbera 4 – 6’an de ye. Dayika 519 zarokan hatine darizandin û dayikên din ji girtî ne. Li rex van zarokan ji zarokên bi sûcên fillî hatine girtin hene. Zarokên girtî ên temenê wan di navbera (12 – 17) an de li gorî sala çûye ji sedan 109.4 zêde bûn nîşa kir û jimara wan gihişt 2 hezar û 56 kesan. Jimara kesên di zarokatî de ceza xwarin jî gihişt 11 hezar û 805 kesan. Di konferansa bi navê ‘Bijêreyên Girtîgehan’ an a ku di dîroka 24’ê Mijdara 2018’an de hatibû parvekirin ku jimara girtiyên zarok digihe 3 hezaran. 16 hezar zarok ji bi şertê çavdêrîkirinê hatine berdan.”   ‘Yek ji rastiyên herî bi êş yê welat zarokên girtî ne’   Hacer bi lêv kir ku yek ji rastiyên bi êş yên welat bê guman girtiyên zarok in. Hacer got ji milekî ve zarokên sûc kirine û ji milekî ve jî zarokên nû çavên xwe li jiyanê vekirine ku neçar in li gel diya xwe di girtîgehê de bimînin hene. Hacer bi lêv kir ku ger em li serjimêriyê temaşe dikin ku zarokên teşfîqê sûc tên kirin ji mezinan bêhtir tên girtin û wiha berdewam kir: “Binçavkirina zarok di cihekî girtî de li gorî peymana navneteweyî ya Tirkiyeyê îmza kiriye nayê qebûlkirin.  Li gorî qanûnên ‘Pekîn’ û qanûna ‘Havana’ jî di demek kurt de ji be girtina zarok ne raste, li şûna wê divê serî li bijêreyên din were dayîn. Li gorî zagon di belgenameyên Navneteweyî de cih digire zarok bêtir dişkên û girtina wan di girtîgehan de wê bibe sedema pirsgirêkên derunî ên mayînde. Li gorî min beriya zarok sûc bikin pêwist e bi perwerde û jiyanek rast werin perwerdekirin. Piştî ketibin şaşiyan jî divê bi rêbazên rastkirinê werin cezakirin.”   ‘Zarokên dikevin girtîgehê bêhtir tûşî sûcan dibin’   Hacer bi parvekirina hinek lêkolînan re berdewam kir û wiha got: “Zanîngeha Enqerê di derbarê zarokên girtî de lêkolînekî pêşkêş kir. Hat nîşankirin ku zarokên di girtîgehê de mezin dibin li gorî zarokên li gel malbatê mezin dibin di her alî de kêmasiyê dijîn ango paşketîtir in. Mixabin girtiyên zarok ên sûc jî kirine rewşa wan ne gelek aram e. Li gorî lêkolîna zanyarên bi navê Holman û Ziedenberg a di sala 2007’an de kirine de hat eşekerekirin ku ev zarok ji ber sedema bê perwerdehî, rasthatina şîdetê re hem fîzîkî hem jî bi awayê derûnî pirsgirêkên mezin dijîn ku başkirina van gelek zor e. Gelek daneyên din bandorbûna zarok eşkere kirine hatin parvekirin. Ango li gor daneyek din zarokên dikevin girtîgehê dema derdikevin gelek ji wan dubare sûc dikin. Lewra ji %3’yê van ji ber sedema têkiliyên lewaz ên malbatê, ji %10 ji endamtiya çeteyan, ji % 16 ji hilgirtina çekên bê destûr, ji % 71 yê van ji hat eşekere kirin ku demboriya wan a girtîgehê hebû ye. Ji vê daneyê em fêr bûn ku girtina zarokan dubare teşwîqkirian wan a sûc e.”   ‘Bi koronoyê re rewşa zarokan di metirsiyê de ye’   Hacer nexweşiya Koronoyê bi bîr anî û wiha got: “Di şert û mercên ji rêzê de mezinkrina zarokan zor e. Lewra di girtîhan de ev qat bi qat rewşek xerab digire. Em pê dizanin ku bi nexweşiya koronoyê re her qad di metirsiyê de ye. Yek ji van qadan girtîgeh in û yê herî jê bandor bibin ji wê cardî zarok bin. Di şert û mercên girtîgehê de tenduristiyeke baş a zarokan wê ne pêkan be. Ev wê fîzîkî û derûnî jî bandorên xwe hebin. Weke Wezîrê Tendurustiyê ji dibê ‘Destdan xetereyê diafirîne’ lê mixabin pêkanîna vê di girtîgehê de ne pêkane ye. Ji ber ku bi jimarek zêde kes di heman cihî de dimîn ku ev dide nîşakirin wê tedbîrên ewlehiyêyên biçûk encam negirin. Lewra di aliyê paqijiyê de jî pirsgirêkên mezin tên jiyîn. Di vê rewşê de divê em dengê zarokên biçûk ên ku bê sûc ceza dikişînin û teşwîqê sûc tên kirin bibîsin. Herî dawî di girtîgeha Mêrdînê de girtiyek jin ji ber sedemê tuşî vîrusê bûye azad hat berdan. Ev ji çiqas ewlehî tê girtin nîşa dide. Lewra girtina ewlehiyê berpirsyariya hikumetê ye.”   ‘Yê zarokan teşwîqê sûc dike sûcdar e’   Hacer herî dawî wiha got:"Di derbarê mafê zarokan de tişta ji destê me were em hewil didin bikin lê mixabin derfetên me sînordar in. Em bi malbat û deverên derfetên wan sîrordar re zanistan parve dikin ango di derbarê mafê zarokan de semîneran didin. Li gel van di derbarê pirtûk û pêlîstokan de em alîkariyê dikin. Bi taybet ji zarokên di girtîgehê de amedekariya zanîngehê dikin re em alîkariya pirtûkan dikin. Em hewil didin xwe bigihînin hemû zarokan ku di aliyê dozê de jî wan bişopînin. Gelek pirojeyên me yê weke radyo, semîner, şano, sînema û çalakiyên çandî hebûn. Lê ji ber sedema nexweşiyê hatin piştve avêtin. Zarokên sûcdar tune ne. Yên wan teşwîqî sûc dikin sûcdar in. Pêwîstiya zarokan bi me heye, lewra fikirandina ji bo wan erka me hemûyan e. Em hêvîdar in di  nûkirina biryara înfazê de zarok jî werin fikirîn. Li dijî wê di pêşerojê de em ê çawa li rûyê wan zarokan temaşe bikin hûn bifikin.”