'Em ê li dijî Vîrusa Koronayê û dewleta tirk li ber xwe bidin' 2020-04-09 09:08:00   Sorgul Şêxo     HESEKÊ - Di wextekî ku cîhan tevahî bi Vîrûsa Koronayê re mijûl dibe, dewleta tirk û hevkarên wê, ji xwe re wekî fersendekê digire dest û êrîş û kiryarên li ser gundewarên Til Temirê zêde dike. Li dijî xeteriya êrîşan û belavbûna Vîrûsa Koronayê gel li ber xwe dide.   Di 23'yê Adarê de, Sekreterê Giştî yê Neteweyên Yekbûyî banga agirbestê li hemû deverên şer ên cîhanê kir, da ku hîn baştir li dijî Vîrûsa Koronayê (Covid-19) şer bikin. Bi belavbûna Vîrûsa Koronayê li tevahî cîhanê, Sûriyeyê, Iraq û Tirkiyeyê, tê xwestin ku sivîl di malên xwe de bimînin ku xwe ji vîrûsê biparêzin. Lê dewleta tirk bi êrîş û kiryarên xwe li dijî gelê Bakur û Rojhilatê Sûriyê taybet gundewarên navçeya Til Temirê û Zirganê qet ranewestandiye û dibe sedema zêdebûna xetereya Vîrusa Koronayê.   Gundên ku zêde rastî êrîşan tên..   Um El-Kêf, Dirdara, Um El-Xêr, Tewîla, Til Tewîl a Aşûrî her wiha gundê Ribêat û navçeya Zirganê yek ji wan gund û navçeya ku herî zêde rastî êrîşan tên.    Di 14'ê Adarê de dewleta tirk derdora gundê Um El-Kêfê topbaran kir.   Di 15'ê Adarê de dîsa gundê Tewîla bi dijwarî hat topbarankirin. Di encama topbaranê ziyanên madî gihiştin malên sivîlan.    Di 16'ê Adarê de dîsa bi çekên giran û obûsan gundê Um El-Kêfê ku bi sedan sivîl lê dijîn, hat topbarankirin. Di encama topbaranê de sivîlek bi navê Ehmed Mustefa Ezûz ê 55 salî û Leşkerê Rêjîma Sûrî Ela Miwefeq birîndar bûn. Di çarçoveya parastina rewa de Meclisa Leşkerî ya Til Temirê bersiva êrîşan da. Di heman kêliyên topbarana Um El-Kêf de gundê Tewîla jî hat topbarankirin.    Di heman rojê û dîrokê de dîsa dagirkeran di saetên êvarî de gundê Um El-Kêf topbaran kirin.   Di 23'yê Adarê de bi rengekî hovane û bi piştgiriya balafirên keşfê ên bê mirov, Um El-Kêf hat topbarankirin.    Di saetên berbanga 24'ê Adarê de heya saetên êvarî balafirên keşfê li asîmanên navçeya Til Temir û gundewarên wê, bê rawestîn, digeriya.    Di 29'ê Adarê de dîsa bi gerîna balafirên keşfê, dewleta tirk gundê Um El-Kêf topbaran kir.   Heyveke nû bi topbarana xeta avê, qutkirina ceyranê, birîndar û kuştiyên Rêjîma Sûrî    Di 1'ê Nîsanê de gundê Ribêat û naçveya Zirganê bi giranî hat topbarankirin û di encamê de 4 sivîl di nav de jinek hebû, birîndar bûn.   Di 2'yê Nîsanê de ji saetên serê sibehê de heya saetên êvarî dewleta tirk Um El-Kêf bi dijwarî topbaran kir. Di encamê de sivîlek jî birîndar bû.   Di heman rojê de gundê Eboş ê girêdayî navçeya Til Temirê hat topbarankirin, di encamê de 2 leşkerên Rêjîma Sûrî jiyana xwe ji dest dan û 7 jî birîndar bûn.   'Roja 1 û 2'yê Nîsanê 12 birîndar û du jî jiyana xwe ji dest dan'   Ji Rêveberiya Nexweşxaneya Ş.Lêgerîn Şêrîn Îsmaîl jî derbarê hefteya derbasbûyî de wiha got: "Ji ber topbaran û gulebarana dewleta tirk a dagirker ji roja destpêkê a heyva Nîsanê de birîndar hatin. Roja destpêkê 4 sivîl û roja duyemîn jî 10 jê sivîlek û 7 leşkerên Rêjîma Sûriyeyê birîndar bûn her wiha du leşkerên Rêjîmê jî jiyana xwe ji dest dan. Hejmar dibe 12 birîndar û du leşker jiyana xwe ji dest dan."   'Êrîşên dewleta tirk nahêle ku sivîl di malê xwe de bimînin û xwe ji vîrûsê biparêzin'   Şêrînê agirbesta ku hatiye ragihandin wiha bi bîr xist û got: "Pêwîst e dewleta tirk li gorî agirbestê tev bigere, ji ber pêwîstî heye ku niha sivîl di malê xwe de bimînin û xwe ji Vîrûsa Koronayê biparêzin. Êrîş nahêle ku gel li malê xwe bimînin. Di encama topbarana ser gundê Um El-Kêf de di 2'yê Nîsanê de xeta kişandina avê ya 1200 ku ji Serêkaniyê ber bi Til Temir, Hesekê, Hol û Şedadê ve dikşîne, hat topbarankirin. Di demeke ku her kes li paqijiya xwe pêwîst e balder e, dewleta tirk a dagirker xeta avê hedef girt û zêdetirî 500 hezar kes, sê rojan bê av man. Di saetên êvarî ya 4'ê Nîsanê de karkerên Şaredariya Gel a Til Temir û Hesekê, piştî xebatên du rojan xeta avê çêkirin û dîsa kete xizmetê."    'Li hember xeteriya Vîrusa Koronayê, heta ji destê me tê em avê li şêniyan belav dikin'   Têkildarî mijara qutkirina avê jî Rêveberiya beşa avê ya di şaredariyê de Meha Mihemed ev yek anî ziman: "Ji dema dagirkeriyê heya niha 5 car in dewleta tirk a dagirker ava ku ji Stasyona Elok tê Til Temir, Hesekê, Hol û Şedadê qut dike. Dema ava Elok qut dibe em avê li tevahî şêniyan belav dikin taybet li koçberên Serêkaniyê, Zirgan û gundewarên Til Temirê. Qutkirina avê rê li ber çêbûn û belavbûna vîrûsê dikare veke, da ku ev tişt nebe jî heya ji me tê em avê li şêniyan belav dikin. Di saetên destpêkê  ya 3'yê Nîsanê de dîsa bi rengekî pir dijwar gund û sewamê Um El-Kêfê hat topbarankirin, di encama topbaranê de du xetên kehrebê, a ku bû cara pêncemîne tê hedefgirtin, dîsa hat topbarankirin û ji xizmetê derket. Paşê ji aliyê mûdîriyeta ceyranê ve hat çêkirin. Mirov dikare bêje rojane gundê Um El-Kêf bi çekên giran û obîsan tê topbaran kirin."   'Em ê li dijî Vîrusa Koronayê û dewleta tirk li ber xwe bidin'   Fatima Ehmed yek ji sivîlên gundê Um El-Kêf e, êrîş û topbarana dewleta tirk wiha tîne ziman: "Hefteya derbasbûyî hefteyeke reş bû, rojane gundê ku bi sedan sivîl lê dijîn dihatin topbarankirin. Eger xwarina me li ser agir be an jî li ber me be, topbaran çêdibe em direvin, xwe li çol û newalan dixin û xwe dispêrin çemê Xabûrê. Hewşa min hat topbarankirin û 8 serî pezê min hatin kuştin. Em qet rihet nebûn vê hefteyê me tu tam ji xwe nedît. Dewleta tirk û korona yek vîrûs in. Em ê li dijî Vîrusa Koronayê û dewleta tirk li ber xwe bidin."