ROJEVA 9’Ê NÎSANA 2020’AN 2020-04-09 09:00:00   *Mamosteya Ma Muzîcê Evîn Tîryakî diyar kir ku dersên bi rêya telekonferansê dane destpêkirin hem wê şagirtên wan pêş bixîne û hem jî wê malbatan ji travmaya ji ber vîrusê rizgar bike. BI DÎMEN   *Endamên HDP’ê diyar kirin ku di pêvajoya vîrusa koronayê de divê hemû girtî bên tahliyekirin, tecrîda li ser Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan bê rakirin û gotin: “Rakirina tecrîdê jî bi têkoşîna gelan pêkan e.”   * Hevşaredara  Bîsmîlê  Gulşen Ozer a ku qayum li şuna wê hatiye tayînkirin li ser qampanyaya HDP’ê ya ‘Xuh û biratiya malbatan’ de axivî û got: “Em ji aliyê gel ve hatine hilbijartin, ji me re meqam û paldank ne girîngin. Ji ber wê yekê em ê xebatên xwe bidin berdewamkirin û di xizmeta gele xwe de bin.” BI DÎMEN   *Siyasetmedarên jin ên Şirnexê, derbarê vîrûsa koronayê, xeterya wê ya li ser girtîgehan de û pakêta darazê de axivîn.  Siyasetemedaran got: “Bi vê pakêta darazê ku girtiyên siyasî li derve dihêle re dixwazin ku girtiyan qetil bikin.  Bila ev biryar ji bo girtiyên siyasî jî derbas dar be û bên berdan.” BI DÎMEN   *Di wextekî ku cîhan tevahî bi Vîrûsa Koronayê re mijûl dibe, dewleta tirk û hevkarên wê, ji xwe re wekî fersendekê digire dest û êrîş û kiryarên li ser gundewarên Til Temirê zêde dike. Li dijî xeteriya êrîşan û belavbûna Vîrûsa Koronayê gel li ber xwe dide. BI DÎMEN   *Heyeta dadgehê k udi 5’ê Nisana 2018’an de derbarê bav û birayê ku li dijî du zarokan êrîşa zayendî pêk anîbûn de biryara girtinê dabû, lê bav û birayê gûmanbar piştre hatin berdan.   *Şukriye Ergîn bertek nîşanê pakêta daxistina înfazê ya bi sedema vîrusa korona hatiye amadekirin û girtiyên siyasî têde cih nagirin da û got dema bi kurê xwe re bi telefonê axiviye 3 caran telefon hatiye birîn û got: “Ji xwarinên wan ax derdikeve. Av têr nayê dayîn. Bila zarokên me bên berdan.”   *Xizmên girtiyên nexweş diyar kirin ku divê qanûna efûyê bi awayekî wekhev pêk bê û gotin di rewşa vîrus li girtîgehan belav bibe û girtî jiyana xwe ji dest bidin wê AKP berpirs be. Rojgul Demîr a ku bavê wê 24 sale girtiye, da zanîn ku ew tenê wekheviyê dixwazin. BI DÎMEN   *Li Îzmîrê Saziyên civaka sivîl li dijî krîza ku bi vîrusê re derket holê rêbaz û torên piştevaniya nû pêş xistin, ji Piştevaniya Mor Denîz Uslu jî diyar kir ku ew jî dixwazin li dijî şîdeta li hember jinê bi parêzer û saziyên civaka sivîl re torên xwe pêş bixînin. BI DÎMEN   *Parlamentera HDP’ê ya Stenbolê Zuleyha Gulum, da zanîn ku di pakêta darazê ya nû de ji bo jinan cîh nehatiye dayîn û got: “Bi pakêtê re dixwazin gumanbarên şîdet û tewazê bên berdan. Gelo dema ev mêr bên berdan, mekanîzmayên ku jinan biparêzin hene an na? Na tune! Desthilatdariya mêr zîhniyeta mêr didomîne.”   *Jinên Efrînê derbarê êrîşên li ser Kantona Şehbayê axivîn û wiha gotin: "Em nizanin xwe ji vîrûsa Korona biparêzin ango tang û topên dewleta tirk biparêzin." BI DÎMEN