'Li Girtîgeha Wanê tedbîr nayên girtin' 2020-04-08 13:39:38   WAN - Girtiyên jin, ji Girtîgeha Tîpa T a Wanê, nameyek ji Şaxa ÎHD'ê ya Wanê re şand û diyar kir ku tevî talûkeya vîrûsa corona 2 koguşên ku bi giştî 16 girtî lê dimînin kirine yek.    Li Girtîgeha Tîpa T a Wanê girtiyên siyasî yên jin, ji Şaxa Komeleya Mafên Mirovan (ÎHD) ya Wanê re nameyek şandin û bal kişand ser binpêkirina mafên mirovan.    Di nameyê de hat diyar kirin ku di vê pêvajoya talûkeya vîrûsê heye de 2 qawiş kirine yek û di nameyê de wiha hat gotin: "Girtiyên nexweş nabin revîrê û malzemeyên paqijiyê nadin me. Radyo û pirtûkên me desteser dikin. Girtiyan di bin bararanê de tên jimartin û di vê pêvajoya vîrûsê de li dijî nexweşiyan wan naparêzin û tedbîran nagirin. Wezareta Dadê hefteyê 2 caran mafê telefonê daye malbatan, lê rayedarên girtîgehê vê yekê li gorî keyfa xwe dixin meriyetê.    Hefteya borî 7 hevalên me nexweş bûn û ligel ji rêveberiya girtîgehê re daxwazname nivîsîne jî ew nebirine revîrê. Di vê pêvajoya rîska vîrûsê zêde ye 2 kaguşên ku bi giştî ji 16 kesan pêk tê kirine yek û di nava wan de nexweşên kronîk û dayikên zêdeyî 65 salî di nava wan de hene. Em ji ÎHD'ê dixwazin ku bi hestiyar tev bigerin û daxwazên me li ber çavan bigirin."