Şîdeta li ser girtiyan birin rojeva Meclîsê 2020-04-08 12:52:48   AMED - Parlamentera HDP’ê ya Êlihê Feleknas Ûca tuniya li ser girtiyên piştî raperîna li Êlihê derket û ew birin Amedê ji Wezaretê Dadê Abdulhamît Gul pirsî.    Parlamentera Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) ya Êlihê Feleknas Ûca lêdan û îşkenceya li girtiyên Girtîgeha Êlihê hatiye kirin bi pêşniyazpirsê bir rojeva Meclîsê. Feleknas di pêşniyazpirsê de çavdêriyên parêzerên MED TUHAD-FED û OHD’ê ku rapor amade kiribûn bi bîr xist û xwest Wezîrê Dadê Abdulhamît Gul muameleya xerab, lêdan û îşkenceya li dijî girtiyan lêkolîn û eşkere bike.