Roja Romanan a Cîhanê: Dîsa em bi cudatiyê rû bi rû tên hiştin 2020-04-08 11:48:22   STENBOL - Komeleyên Civaka Sîvîl ên Roman derbarê 8'ê Nîsanê Roja Romanan a Cîhanê de daxuyanî da. Di daxuyaniyê de wiha hat gotin:"  Dîsa em cudatiyê rû bi rû tên hiştin." Her wiha HDP'ê jî derbarê Roja Romanan a Cîhanê de daxuyanî da. HDP'ê di daxuyaniyê de Roja Romanan a Cîhanê pîroz kir û diyar kir ku Roman her dem bi polîtîkayên cudakar rûbirû hatine hiştin.    48 Komeleyan Romanan ên li Tirkiyeyê bi munasebeta 8'ê Nîsanê Roja Romanan a Cîhanê daxuyanî weşandin. Roja Romanan a Cîhanê her sal bi çalakiyên curbecur dihat pîrozkirin lê îsal ji ber Vîrusa Koronayê nehat pîrozkirin.    'Dibêjin jixwe Roman bi vîrus in û kuçeyan derman nakin'   Di daxuyaniyê hat diyarkirin ku mafê romanan ên wekhiviyê heye û wiha dewam kir:"Em ji ber cudakariyê bi astengiyên mezin rûbirû tên hiştin. Roman ji mafên xwe yên wekî perwerde, îstihdam, stargeh, tenduristî, xizmetên civakî bêpar tên hiştin. Her wiha bi tundiyê jî rûbirû tên hiştin. Di rewşa awarte ya Vîrusa Koronayê de jî Roman bi cudatiyê rûbirû tên hiştin. Dibêjin jixwe Roman bi vîrus in û kuçeyan derman nakin. Dema ji me hinek diçin ji bo alîkariya civakî destvala vedigerin. Vîrus me nekuje jî ew ê birçîbûn me bikuje. Bila dawî li cudakariyê bê."   'Roja Romanan a Cîhanê pîroz be'   HDP'ê bi munasebeta 8'ê Nîsanê Roja Romanan a Cîhanê daxuyanî da. Daxuyanî ji aliyê Tulay Hatimogulari ya HDP'ê ve hat dayin.    Tulayê di daxuyaniyê de wiha got:"Roman xwedî rihekî azad in û li welatên herî demokratîk jî bi cudakariyê rûbirû hatine hiştin. Roja Romanan a Cîhanê pîroz be. Em hêvî dikin ku 8'ê Nîsanê di heman demê de bibe roja yekîtiyê û têkoşînê ya li dijî cudakariyê."