Bi rojan e Şehba di bin êrîşan de ye 2020-04-08 11:13:45   ŞEHBA - Komên girêdayî dewleta tirk ji do bi şev de gundên Şehbayê bi obusan hedef digirin. Li herêma ku talûkeya Vîrusa Koronayê heye ewlehî û tenduristiya gel di bin xetereyê de ye.    Bi rojan e ku komên girêdayî dewleta tirk êrîşî gundên Şehbayê dikin. Gundên bi hezaran Efrîniyan koç kirinê di bin êrîşan de ne. Hat diyarkirin ku heta niha kesî di encama êrîşan de jiyana xwe ji dest nedane.     Komên girêdayî dewleta tirk do bi şev gundên Semoqa û Eyn Deqneyê bombebaran kiribûn. Li herêma ku talûkeya Vîrusa Koronayê heye ewlehî û tenduristiya gel di bin xetereyê de ye.