'Ji bo xizmeta civakê, me terzîxaneya xwe veguherî cihê çêkirina rûpoşon' 2020-04-08 09:15:00   MINBIC - Jinên ku di terzîxaneya Sakîna El-Eseliya dixebitin ji bo çêkirina rûpoşan û parastina ji Vîrûsa Korona , li ser xebatê pirojeya xwe axivîn û wiha gotin:  "Me xwest em alîkariyekê bi civaka xwe re bikin û terzîxaneya xwe bikin cihê çêkirina rûpoşan, da ku em jî bibin beşek ji xizmeta civaka xwe re û em şifayê ji tevahî nexweşên Vîrûsa Koronayê re dixwazin."    Bi belavbûna Vîrûsa Koronayê re, êdî tevahî cîhan ketiya  di nava tevgerê de. Ji bo rêgirtina li pêşiya vê nexweşiya ku heya niha  bi sedhezaran mirov ji ber jiyana xwe ji dest dane, her welatek tedbîrên xwe digirin. Ji aliyê xwe ve jî Rêveberiya Xweseriya Demokratîk li Herêmn Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê qedexekirina derketin derve, ragihandiye. Li gor derfetên kêm jî ev herêm dikarîbû mirovên civaka xwe ji vê vîrûsê biparêzê û bi imkanên herî kêm jî hemû deverên pêwîst veguherîna cihên parastin û xizmeta gel. Li bajarê Minbicê jî bi pêşengtiya komîteya jinê û  bi alîkariya komîteya tenduristiyê terzîxaneyek ji bo çêkirina rûpoşan parastina nefesê ji vîrûsa koronayê, hatiye pêşxistin. Di rojê de ev terzîxana 1500 rûpoş çêdike û li tevahî gelê herêmê belav dike. Ji bo rêgirtina li pêşiya vîrûsê kedeke mezin ji aliyê tevahî mirovên civakê ve tê dayin. Têkildarî mijarê jinên ku di terzîxaneya Sakîna El-Eseliya dixebitin, ser projeya xwe nêrînên xwe ji me re parve kirin.   'Me xwest em alîkariyekê bi gelê civaka  xwe re bikin'    Cîgira Komîteya Jin Dûaa El-Iqêlî li ser terzîxaneya  dirûtana  rûpoş û xebatê ku tê kirin wiha got: "Piştî ku nexweşiya Vîrûsa Korona li tevahî cîhan belav bû,  weke alîkarî û xizmet ji civaka me re, terzîxaneya me dest bi dirûtina  rûpoşan kir. Ji xwe xebatê me jî  bi alîkariya  di navbera komîteya jin û komîteya tenduristiyê de hat pêşxistin, da ku em rê li ber vê vîrûsê bigirin û nehêlin li herêmên me belav bibe.  Bi destpêkirina metirsiya vîrûsê re li gelek derman firoşan rûpoş kêm bûn, yan jî kesên ku di dermanxaneyan de kar dikin bûhayê wan zêde kirin, ev bû sedema ku mirovên xizan nikaribûn ji xwe re rûpoşekî bigirin ji bo xwe û malbata xwe ji vîrûsê biparêzin. Me xwest em alîkariyekê bi gelê civaka xwe re bikin û terzîxaneya xwe bikin cihê çêkirina rûpoşan, da ku em jî bibin beşek ji xizmeta civaka xwe re. Hêviya me ji tevahî gelê me heye ku li gor biryarên Rêveberiya Xweser tevbigerin û ji malê xwe dernekevin."   'Tevî derfetên kêm jî em kar û xebatê xwe didin meşandin'   Jina bi navê Xezna Hemşo ya ku di terzîxaneyê de dirûtinê dike li ser keda xwe di nava kargehê de ev tişt got: "Em van rûpoşan çêdikin ji bo ku em mirovên civaka xwe ji Vîrûsa Korona, biparêzin. Tevî derfetên xwe yên kêm jî, em kar û xebatê xwe didin meşandin.  Karê me karekî  mirovahiye û em pê serbilind in. Em şifayê ji tevahî nexweşên Vîrûsa Koronayê re dixwazin, bi hêviya ku ev nexweşî ji tevahî cîhanê xelas bibe û jiyana me vegere weke berê."