‘Di qanûna efûyê de adîlane tevnegerin wê serhildan belav bibe’ 2020-04-08 09:06:00   WAN - Hevseroka TUHAY-DER a Wanê Kudret Temel diyar kir ku divê di ‘qanûna efûyê’ de adîl tevbigerin û got: “Em dibînin li girtîgehan serhildan pêk tên. Ev serhildan dikare li hemû girtîgehan belav bibin. Divê hemû girtiyên siyasî bên berdan.”   3’emîn Pakêta Darazê ya ku wek qanûna ‘efûyê’ tê zanîn di rojên borî de bi îmzeya AKP-MHP’ê di Komîsyona Edeletê ya Meclîsê de hat qebûlkirin. Lê girtiyên siyasî di vê qanûnê de cih negirtin. Bertekên li dijî vê pêkanînê her diçin mezin dibin.   ‘Nexweşî cudakariyê nake’   Hevseroka Komeleya Piştevaniya bi Malbatên Girtiyan re (TUHAY-DER) Kudret Temel, da zanîn ku nexistina girtiyên siyasî ya qanûna efûyê, ne adîlane ye û got: “Di encama ku girtiyên nexweş bi vîrusê bikevin wê windahiyên cidî çêbibin. Li girtîgehan xzimetên tenduristiyê ji xwe bi sÎnorin. Di têkoşîna li dijî vîrusê de jî gelek qels e.Hewcedariyên girtiyan yên dezenfektan, lepik û rûpûşê pêk nehatine. Mirov li girtîgehan nikarin xwe biparêzin. Ji ber şewbê gelek malbat ji karê xwe bûn û nikarin hewcedariyên girtiyên xwe jî bînin cih. Bila wezareta dadê peywira xwe bîne cih û bi edelet tevbigere. Ev nexweşî cudakariyê nake.”   ‘Di qawîşekê de 15-20 kes dimînin’   Kurdretê daxuyakirin ku li her qawîşê 15-20 kes dimînin û li kawîşên nexweşan jî herî kêm 4 kes dimînin û got: “Hawirê bê hewa ji bo girtiyan ne hîjyenik in. Ev bê wijdaniye. Bila daxwazên girtiyan bên cih.”   Tu mafî nadin girtiyên siyasî’   Kudretê wiha dawî li axaftina xwe anî: “Girtiyên siyasî nexistin qanûna efûyê. Lê kesên ji komên sûcên din girtin. Ji mirinên li girtîgehan wezareta tenduristiyê berpirs e. Dema cenaze bên wê wezaret çi bersivê bide malbatan. Tu maf nadin girtiyên siyasî. Hebûna wan jî sûc tê dîtin. Ev tê wateya ku terkî mirinê hatine kirin. Em dibînin ku li girtîgehan serhildan tên jiyîn. Wisa biçe wê li hemû girtîgehan belav bibe.”