‘Li Farqînê li hember koronayê ewlehî nayê girtin’ 2020-04-08 09:04:00   Medya Uren   AMED - Bi vîrusa koronayê re li hawîrdorê cîhanê ewlehî tê girtin. Lê mixabin Tirkiyeyê hîna li gelek deveran tu ewlehî negirtî ye. Ji van cihên ku lê ewlehî nehatiye gitin yek jê jî Ferqînê ye. Nuran Gunbatan a ku endama meclîsa şaredarê ya HDP’ê ye got li gel wan serlêdana ew ê bi derfetên xwe hişyariyan bikin kirine jî serlêdana wan nehatiye qebûlkirin.    Nexweşiya Koronoyê (COVİD-19) a ku  di 11’ê Adarê de ji aliyê Rêxistina Tendirustiyê ya Cîhanê ve wekî  “pandemî” hat îlan kirin di demek kurt de Tirkiyê jî xist bin bandora xwe. Li sernaserê cîhanê bi hezaran kesî ji ber vê vîrusê jiyana xwe ji dest dane, li Tirkiyê jî hejmara  kesên jiyana xwe ji dest dane bi sedan e û bi hezar kes  jî tuşî nexweşî vê vîrusê bûne. Bi belavbûnê  vîrusê re tedbîrên ji bo ewlehiyê her roj zêde dibin ku yek ji van ji îzalasyona civakî ye. Lewra gelek navçe nayên şiyarîkirin û welatî bi xemsarî derdikevin kolanan. Ev jî ji bo jiyana wan metirsiyek mezin diafirîne. Li navçeya Farqînê ya Amedê ku gelek kesên lê ji Umre hatine û gelek xwendekar ji bajarên cüda vegeriyanê, çuyîn, hatin û derketin weke hercarÊ berdewam dike. Herî dawî 10 kes bi şewba vîrusê ketin û wê deme hin ewlehî hatin girtin.  Li gorî agahiyan hat ragihandin ku ev ewlehî ji gelek sînordarin.   Endama Meclisa Şaredariyê ya HDP’ê ku qeyûm tayînî wê hat kirin  Nuran Gunbatan, derbarê rewşa li Farqînê de nirxandin kir.   ‘Şêniyên navçeyê dibên em neçarin derkevin’   Nuranê di axaftina xwe de bal kişand ser xeteriya şewba koronayê û wiha got: “Di pêvajoyek wiha de ku em dibêjin roj roja piştgiriyê ye, vîna gel hat xespkirin û qeyûm tayînî şaredariyên me hat kirn. Li derûnî û tendirustiya gel nefikirîn. Niha jî daxwaza me ya sereke tendurustiya gel e. Rexmê qayumê jî em ji bo xizmeta gel amade ne. Çi ji destê me were û bikeve  ser milên me em ê zêdetirî wê bikin. Lewra di van aliyan de em çiqas bi daxwaz jî bib em bi astengiyên hikûmetê re rûbirû dimînin. Lê li gel hemû astengiyan jî em ê div an rojan de li cem gele xwe bi. Mixabin dema em temaşe dikin haya kesî ji şewbê tune ye. Li her cihî firoşgeh hatine girtin û çûyîn hatin kêm bûye lê li Farqînê em vê nabînin.e Gel li kuçe, banqe, postexane, nexweşxane û firoşgehan girse ava kirine  weke ku tiştek tüne ye. Ji bo gel di malên xwe de bimînin pêwîste ji wan re çareserî were afirandin. Tu ji kê bi pirsî dibêjin ‘em neçar in derkevin’. Ger kar nekin wê tiştekî nebin malên xwe. Bi taybet di vî aliyê de em bang li rayedaran dikin ku alîkariya malî bê kirin.”   ‘Li vir kaos heye’    Nuranê di berdewamiya axaftina xwe de girîngiya tendirustiyê bi bîr xist û ev tişt got: “Em di nava kausekê de ne, lewra di aliyê civakî, aborî û tendurustî de em vê yeke dijîn û tu tişt nayê kirin. Ya dikeve ser milê me divê em hem parastina xwe, hem jî parastina civakê bikin. Ev erka her ferdek civakê ye jî. Mixabin ger em dema dinêrin dibînİnin ku tu ewlehî ne ji aliyê gel, ne ji aliyê qayum ve nehatiye girtin. Ev dîmen metirsiyek mezin bi me re çêdike ku îro 10 kes bi şewba vîrusê ketine. Em weke xebatkarên şaredariyê beriya qayum were tayînkirin me xebat dabû destpêkirin. ji bo agahdarkirina civakê em kuçe bi kuçe geriyan. Piştî qayumê jî ji bo agahdarkirin û alîkariyê me xebatên xwe dan berdewam kirin. Lê hikûmetê em asteng kirin û nahêle ku em ji gele xwe re bibin piştgir. Me serlêdan kir ji bo ku em gel hişyar bikin di warê vîrusê de lê destur nedan. Lê em derdikevin kuçe bi kuçe diğerin û pêdiviyên welatiyan heta ji deste me tê pêşwazî dikin di vê çarçoveyê de me maske li welatiyan û esnafan belav kir. Emê xebatên xwe berdewam bikin.”