Nivîskarên jin: Girtiyên siyasî serbest berdin 2020-04-08 09:03:56   AMED - Nivîskarên kurd anîn ziman ku girtiyên siyasî li hemberê vê şewba koronayê  bi tu awayî nikarin xwe biparêzin û divê demildest werin berdan. Nivîskaran diyar kirin ku ger rê li ber vê xeteriyê neyê girtin, dibe ku bi hezaran girtî jiyana xwe ji dest bidin.   Vîrusa koronayê ku hemû cîhan kir bin bandora xwe ev demeke li Tirkiyeyê jî li her dere belav bûye. Bi belavbûna vîrusê re li Tirkiyeyê ku bi hezaran kes di girtîgehan de ne xeteriya herî mezin li ser girtîgehan heye. Li gel ku gelek siyasetmedar, rojnameger, hiqûqnas, hunermend, rewşenbîr û kesên ji ber fikr û ramanên xwe di girtigehan de ne di pakêta darazê ya 3’emîn ku  ji aliyê AKP-MHP’ ê ve hatiye amadekirin cih ji van girtiyan re nehatiye dayîn û li devî vê pakêtê hatine hiştin. Rêxistinên jinan, partiyên siyasî, rêxistinên mafên mirovan, xizmên girtiyan,siyasetmedar, nivîskar û hunermendan bertek nîşanî vê helwesta îktîdarê dan û banga bila girtiyên siyasî bên berdan kirin.    ‘Dibe ku bi hezaran girtî jiyana xwe ji dest bidin’   Nivîskar  Yildiz Çakar bal kişand ser şewba koronayê ku li cîhanê belav bûye  û anî ziman ku  ev şewba di nava mehekê de li tevahiya cîhanê belav bûye û dibe ku di nava mehekê de li hemû girtigehan jî belav bibe. Yildiz wiha dirêjî da axaftina xwe: “  Îro em di destpêka şewbek ku gelek zû belav dibe de ne.  Ji ber şert û mercên navnetewî û aborî ev şewb gelek bi lez belav dibe. Di vê dema ku cihan felç bûye û em nizanin hin ew ê ji mirovahiyê re wekî din çi bîne, bê cudahî serbestberdana girtiya peywireke mirovî ye. Hin kes, di vê dema xirab de girtîgehan wek cihek ewle dibînin. Mixabîn ev ne wiha ye. Gelek karmendên dewletê ku di nav civakê de ne, dikevin girtîgehan û derdikevin, girtiyên nûh diçin gel yên berê. A duyemîn jî, paqijî û hîjyena di girtîgehan de pir kêm e. Bi vî awayî dibe sibê dibe 2 hefteyên dibe ku li girtîgehan ev şewba bêşare belav bibe.  W ext bi her hawî gelek girînge ji bo jiyana girtiyan. Eger rê li ber van xetereyan neye girtin û girtîyên siyasî neyên berdan, rojên pêş me rê libergiritina belavbûna vê vîrusê wê ne mumkun be û  herkes wê bêçare bimîne. Di vê rewşê de dibe bi hezaran girtî  jiyana xwe ji dest bidin.”   ‘Girtî li hemberî vê şewbê bi tu awayê nikarin xwe biparêzin’   Yildizê di berdewamiya axaftina xwe de diyar kir ku di zinadan de girtiyên siyasî li hemberê vê nexweşînê bi tu awayê nikarin xwe biparêzin û wiha dom kir: “ Dewlet wek her carî bi hêsanî ji bo girtiyên sûcê şexsî yên weke dizî, tecawûz, kuştin, xesb û hwd efûyê derdixe lê dixwaze kesên bi îdiaya sûcdariya "terorê" bi hezaran kurdan di heps û zindanan de bi mirinê re rû bi rû bihêle. Niha di  zindanên Tirkiyeyê de bi hezaran xwendavanên kurd ku ji ber meşekÊ, ji ber tîwetekÊ ji ber gotinekê, akademisyenên ku fikrên xwe aşkere kirine, rojnamevanên nûçe çêkirine û  siyasetmedarên kurd ku doza mafên gel kirin, dîl hatine girtin.  Her wiha div an zinadan de  di hûndir de girtiyên siyasî li hemberê vê şewbê bi tu awayê nikarin xwe biparêzin.  Weke tê zanîn ku girtiyên siyasî bi destê dadgehên weke DGM û  bi dadgehên taybet jî hatine sûcdarkirin û hatine girtin. Ev biryar ne objektîfin û her wiha li gor armanceke hatine dayîn.”   ‘Li kurdistanê rewş di xetereyê de ye’   Yildizê di  dawiya axaftina xwe de destnîşan kir ku divê hemû girtî di vê dema şewbê de bê cûdahî serbest bên berdan û wiha dawî li axaftina xwe anî: “ Ji ber vê yekê em dibêjin ku li esasê wekheviyê ku di qanûna bingehîn de ku bi peymanên navnetewî  hatiye nîşandan, divê hemû girtî di vê dema şewbê de bê cûdahî serbest bên berdan. Eger girtiyên siyasî neyên berdan encama vê yekê em ê nikaribin qet texmîn bikin. Pergala gelek welatên cîhanê  ji ber vê vîrusê hilweşiya û dikin nakin nikarin hejmara miriyan kêm bikin. Pergala aborî û tenduristiyê li gelek cihan têkçûye. Hîn pêla vîrusê li Rojhilata Navîn encama xwe diyar nekiriye. Lê çapemeniyên hin dewletên diktatoriyel niha derbarê vê yekê de zêde agahî nadin cîhanê lê em ji çapemeniyê dibînin ku gelek welatên ewropî jî di bin giranî û bêçaretiya vîrusa koronayê de mane.  Her wiha îro Tirkiye ne ji aliyê aboriyê ve ne jî ji aliyê pergala tenduristiyê ve wê nikaribe ji bin vî barî derkeve. Her wiha li Kurdistanê rewş xeter e  û  loma jî demildest divê girtiyên siyasî werin berdan û gel parastina xwe bike.”    ‘Girtiyên sîyasî bi mirinê re rûbirû ne’   Nivîskar Fatma Savci anî ziman ku Keç û xortên kurdan yên Xebatkar û kedkar in ku hewl dan gele wan wek mirovan bijî niha di zindanên Tirkiyeyê de ne û axaftina xwe wiha berdewam kir:  “Wan hewl da civak bi hemû rengên xwe, bi deng, nasname, ziman û çanda xwe azad bijîn. Wan tekoşîn da ku herkes, wek hev bi hemû hebûna xwe bibin xwediyê hemû mafên mirovane. Girtiyên doza siyasî, xweşik û bêgunehên civaka me ne. Nivîskar, Rojnameger, hûnermend, rewşenbîrên me ku mehkûmî girtîgehan kirine bêguneh in, mafdar in û divê ew niha li gel me bin. Ew xwedî fikir, raman û hestên bi nirx û hêja ne. Ew niha di vê trajediya ku hatiye serê mirovan de, di nava xetereyeke mezin de ne. Zindankirina wan jixwe guneh û zilmeke dagirkeran e ku li me dikin. Lê niha ew di zindanan de jî di nav xeteriyek mezin de ne. Ew bi mirinê re rûbirû ne. Ew bi vîrûsa koronayê tên tehdîtkirin. Ew di şertên herî xirab yên vê jiyanê de li hember şewba koronayê bê parastin in. Ew wîjdanê me ne, ew ronahiya çavan û giyana gelê me ne. Divê em xwediyê dengekî berz û bilind bin, divê em dereng nemînin ku delalên me bijîn. Divê em wan bi mirina herî xirab re bi tenê nehêl in.”   ‘Dem dema bilindkirina deng û helwestê ye’   Fatma dawiya axaftina xwe de diyar kir ku divê em destûrê nedin ku kurdên me di zindanan de bikujin û wiha axivî: “Niha li hemû cîhanê, hemû zindanî tên berdan, hemû saziyên mafên mirovan û organîzasyonên navneteweyî bang li dewletan dikin ku zindaniyan azad bikin ku jiyana wan biparêzin. Dewleta dagirker a Tirkiyeyê berevajî vê yekê, wek her carê zindaniyên me yên doza siyasî û hemû civaka me, bi vîrûsa koronayê tehdît dike û wan bi mirinê  re rûbirû dihêle.  Divê em vê destûrê nedin dagirkeran ku jin û mêrên civaka me yên delal di zindanan de jî bikûjin. Dengê me yê bilind, helwesta me ya berz wê bandoreke mezin bike. Niha dema berzkirina deng û helwestê ye.”   'Qanûn darbeya li dijî wekhevî û demokrasiye ye'   Nivîskar û edîtora ajansa me Roza Metîna jî anî ziman ku vîrûsa koronayê li ser hemû cîhanê bandor dike û di çarçoveya mafên wekheviyê de divê hemû kes li welatên xwe tevdîran bigire. Bi taybetî jî bergirî ji bo qadên girtigehan pir girîng e. Roza axaftina xwe de wiha  berdewam kir:"Vîrûsa koronayê bê cudahî derbasê hemû kesan dibe. Ji ber vê yekê pêwist e ku desthilatdar bê cudahî hemû girtigehan vala bikin. Mijareke girîng jî ew e ku li girtigehan gelek zarok hene. Divê peymana mafên zarokan ya navneteweyî li ber çavan bê girtin. Ji ber vê yekê divê helwestên ji aliyê zarokan jî bên nîşandan. Her wiha wekî ku xizmên girtiyan anîn  ziman binpêkirina mafên mirovan divê bi dawî bibe û di vî aliyî de gavên girîng divê bên avêtin. 3’emîn Pakêta Darazê ku girtiyên sîyasî li derve hişt ji bo demokrasî û wekheviyê darbe ye. Divê dawî li vê darbeye bê anîn."