Hasîbe bi xetereya vîrusê re rû bi rû ye 2020-04-08 09:01:00   MÊRDÎN - Girtiya nexweş Hasîbe Mengîrkaon ku dema hevseroka DBP’a Mêrdînê bû hat girtin û niha li girtîgeha Tîpa E ya Mêrdînê girtiye, li dijî nexweşiya astim, şekir, tansiyonê têdikoşe û ji ber xetereya vîrûsê jî nikare derkeve revîrê.   Ji ber vîrusa korona, rewşa girtîghên li Tirkiyeyê tê mereqkirin û hîna tu tahliye pêk nehatine. Xizmên girtiyan bertek nîşanê rewşê didin. Hevseroka DBP’ê ya Mêrdînê Hasîbe Mengîrkaon (56) bi îdiaya ‘endamtiya rêxistinê’ hatibû girtin û ji meha Kanûnê de girtiye. Hasîbe ku gelek nexweşiyên wê hene li girtîgeha Tîpa E ya Mêrdînê tê girtin. Beriya vîrusê sê caran rakiribûn nexweşxanê û gelek pirsgirêkên wê yênwekê şekir, astim û tansiyonê heye.   Daxwaza berdana bi kontrol hat redkirin   Hasîbe ku her tim dermanan bikar tîne û divê derkeve revîrê, niha ji ber vîrusê nikare biçe revîrê jî. Parêzerên wê ji bo berdana bi kontrol serlêdan kirin lê serlêdan hatibû redkirin.   ‘Hişê me li ser girtîgehan e’   Hevjînê wê Alî Mengîrkaon der barê rewşa wê de agahî da ajasan me û diyar kir ku ji ber vîrûsê hişê wan her tim li ser girtîgehê ye û got: “Divê demildest girtîgeh bên valakirin. Hevjîna min nexweşa astim û gelek nexweşiyên din yên wê hene. Ne tenê ew divê hemû kes bên berdan. Dibêjin yên astima wan heye bila dernekevin derve. Wê demê wê girtî çi bikin. Hevjîna min derman bikar tîne ji xwe. Bila van bibînin.”