Nîqaşên qanûna înfazê li meclîsê dest pê kir 2020-04-07 16:09:06   ENQERE - Nîqaşên têkildarî qanûna înfazê ya AKP-MHP'ê amade kir û li Komîsyona Edaletê ya Meclîsê hatibû erêkirin, li Meclîsê dest pê kir.    Îktîdara AKP û MHP'ê bi hev re qanûna înfazê ya ji 70 xalan pêk tê û cudakariyê dixe nava girtiyan anîn rojevê û tevî hemû bertek û nerazîbûnan, dîsa di Komîsyona Edaletê re derbas kirin. AKP û  MHP qanûna înfazê anî rojevê û li meclîsê nîqaşên têkildarî qanûnê dest pê kir. Niqaş didomin.    Heta niha gelek rêxistinêin civakî, parazvanên mafên mirovan, hiqûqnas, nivîskar, rewşenbir û akademîsyenan li dijî vê qanûnê bertekên xwe anîbûn  ziman û diyar kiribûn ku li dijî peymanên hiqûqa navneteweyî ye u li dijî rêgeza wekheviyê ya Destûra Bingehîn e.