Şaredariya Qersê ji bo kampanyaya 'Xwişk û Biratiyê' banga piştevaniyê kir 2020-04-07 14:52:45   QERS - Di çarçoveya kampanyaya 'Xwişk û Biratiyê' ya Şaredariya Qersê ya HDP'ê dabû destpêkirin de banga piştevaniyê hat kirin.    Li Tirkiyeyê piştî belavbûna Vîrusa Koronayê gelek cihên kar hatin girtin. Li ser vê yekê kampanyaya piştevaniyê hat destpêkirin. Di çaroçeveya piştevaniya bi hev re de HDP'ê jî dest bi kampanyayê kir. Di çarçoveya kampanyaya 'Xwişk û Biratiyê' ya Şaredariya Qersê ya HDP'ê dabû destpêkirin de banga piştevaniyê hat kirin. Hevserokên Şaredariya Qersê Ayhan Bilgen û Şevîn Alaca li ser hesabên medyaya civakî video parve kirin û banga piştevaniyê kirin. Bi banga piştevaniyê ev hat gotin:"Me rojên dijwar bi piştevaniyê derbas kir. Niha dîsa dema piştevaniyê ye. Ev ji bo kesên pêdiviya wan hene fersendeke. Bextewarî bi parvekirinê zêde dibe. Hûn jî piştigiriyê bidin kampanyaya 'Xwişk û Biratiyê'."