DFG'ê rapora binpêkirina mafên rojnamegeran eşkere kir 2020-04-07 13:46:16   AMED - DFG'ê di rapora xwe ya binpêkirina mafên rojnamegeran a meha adarê de wiha got:"Em bang dikin ku hemû rojnameger li dijî zextan di nava piştevaniyê de bin. Bila neyê jibîrkirin ku Rojnamegerî ne sûc e."   Komeleya Rojnamegeran a Dîcle Firatê (DFG) rapora xwe ya binpêkirina mafên rojnamegeran eşkere kir. Di raporê de derbarê Vîrusa Koronayê de jî nirxandin hat kirin. Di raporê de hat diyarkirin ku bandora Vîrusa Koronayê her ku diçe zêdetir dibe û bêtevdîriya dewletê rê li ber belavbûna vîrusê vedike.    'Divê tedbîrên rojnamegeran biparêze bên girtin'   Di berdewamiya raporê de wiha hat gotin:   "Rojnamgerên ku ji bo rastiyê ragihînin li qadan e ji ber tevdîrên kêm tên girtin bêtir dikevin bin talûkeyê de. Divê tedbîrên rojnamegeran biparêze bên girtin. Em daxwaz dikin ku rayedar tevdîran ji bo parastina rojnamegeran bigirin. Di meha adarê de her çiqas vîrus rojev be jî dîsa jî binpêkirina mafên rojnamegeran bi dawî nebûye. Di dawiya sibatê û di serê adarê de gelek rojnameger hatin girtin.Rojnamegerên derbarê endamê MÎT'ê yê li Libyayê de nûçe çêkirin bûn hedef û derbarê wan de lêpirsîn hat destpêkirin. Xebatkarên Oda TV,  Rojnameyên Yeni Yaşam û Yeniçagê di vê çarçoveyê de hatin binçavkirin û girtin. Ev nêzîkatî darbeya li dijî azadiyê ye.    'Em dixwazin rojnameger û girtiyên siyasî serbest bên berdan'   Vîrusa Koronayê di vê serdemê de talûkeyek mezin e û cihên herî xeter jî girtîgeh in. Çavê civakê lê ye ku girtîgeh bên valakirin. Divê di zagona înfazê de wekhevî hebe. Em dixwazin rojnameger û girtiyên siyasî serbest bên berdan. Tirkiye di mijara rojnamegerên jiyana xwe ji dest daye di dorên destpêkê de ye."    Binpêkirinên mafan di raporê de wiha hatin rêzkirin:   *Gözaltına Alınan Gazeteciler : 15   *Rojnamegerên hatin girtin :  8   *Rojnamgerên derbarê wan de lêpirsîn hatin despêkirin : 12   *Rojnamegerên derbarê wan de doz hat destpêkirin: 1   *Rojnamegerên hatin cezakirin : 5   *Rojnamegerên darizandina wan didomin : 13 dava, 18 gazeteci   *Astengiya gihaştina internetê : 1   *Rojnamegerên dawî li karê wan hat anîn : 1   Hejmara Rojnamegerên ji 7'ê Nîsanê heta niha:103