Mexmûriyan ji bo alîkariya ku hat dayîn spasiyên xwe pêşkeş kirin 2020-04-07 13:07:12   MEXMÛR - Meclîsa Gel, Meclîsa Îştar û Saziya Tenduristiyê li Wargeha Mexmûrê daxuyaniyeke hevpar dan û gotin: "Bangewaziya me ya ji bo alîkariyê ji hêla kes, saziyên xêrxwaz û bi taybetî jî Rojava ve hatin bersivandin. Em ji bo alîkariya ku hat dayîn spas dikin. Her wiha em carek din banga rakirina ambargoyê dikin."   Meclîsa Gel, Meclîsa Îştar û Saziya Tenduristiyê derbarê rewşa Wargeha Penaberan a Şehîd Rûstem Cûdî (Mexmûr) de daxuyaniyeke hevpar dan. Daxuyanî li ber avahiya Akademiya Ferhat Kurtay ji hêla hevserokê wargehê Hacî Kaçan ve hat xwendin.    Di daxuyaniya hevpar de wiha hat gotin: "Me xwest em wekî Meclîsa Gel, Meclîsa Îştar û Saziya Tenduristiyê derbarê rewşa wargehê de hîn agahiyan bidin. 9 meh jortire li hemberî wargehê ambargoyek heye. Piştî vîrûsa koronayê derket me bi rêya televîzyon û medyaya civakê rewşa xwe ragihand. Em dixwazin îro bal bikişinin rewşa dawî ya li wargehê û alîkariya ku heta niha ji bo wargehê hatî dayîn.    Hej jî pirsgirêkên aborî û kêmasiya amûrên tenduristiyê didomin. Niha jî gelê me di bin metirsiyeke mezin de ne. Em jî dizanin niha cîhan bi giştî bi vê xeteriyê re rûbirû ye lê bi taybetî em pir zêde bi vê xeteriyê re rûbirûne. Ji aliyê hikûmeta herêmê û PDK'ê ve, ev 9 meh in  ambargoyek li hemberî wargehê tê meşandin. Em bi zehmetiyan re rûbirû ne.    Divê ambargo bê rakirin   Bi rêya televîzyon û medyaya civakê bangewaziyên me ji Rojavayê re, ji saziyên navneteweyî yên Gelê Kurd re çêbibûn. Hin soz tenê li ser gotinan ma. Em dîsa jî spasiya xwe ji wan kesan û saziyan dikin. Demên borî me ji Rojava alîkarî xwestibû û Rojava li gel êrîş û kêm derfetiyê dîsa jî bersiv da daxwazên me. Di aliyê tendûristî de alîkariya xwe gihandin me û em ji bo alîkariyê spasiya xwe pêşkeş dikin.   Niha jî ambargoya li hemberî wargehê didome û her belavbûna nexweşiya vîrûsa korone rewşa wargehê bêtir dikeve nav zehmetiyan. Em di wê bîr baweriyê de ne ku ev piştgiriya ku ji bo wargehê tên dayîn dê ambargoyê ji hola rake. Em dîsa tînin ziman ku pêwiste demek ji dema din zutirîn ev ambargo werê rakirin."   'Li malên xwe dernekevin...'   Piştî daxuyaniya hevpar endamê Komîteya Tenduristiyê Lokman Kara axivî û bal kişand ser alîkariya ku hatî dayîn û got: “Em spasiya saziyên ku bi me re bûne alîkar û bi taybet jî Rojava dikin. Her kes dizanê ev 9 meh in, ambargoyek li ser me tê meşandin. Lê ligel hemû bê derfetiyan me li hemberî vê nexweşiya vîrûsa koronayê xwe parastin li pêş xwist. Lê her roja derbas dibê xeterî zêdetir dibin, ji ber heya niha çareyek ji bo vê rewşê nehatiye dîtin. Bi taybet banga me ji bo gelê me heye, kesên ku karê wan nebe ji malên xwe dernekevin û guh bidin hişyariyên Komîteya Tenduristiyê. Hinek gote got hene û dibêjin li wargehê vîrûs derketiye holê, lê belê heta niha tiştek li vir derneketiye. Heya ku ji me tê em tedbîrên xwe digirin. Carek din em spasiya xwe ji wan kes û saziyên ku bi me re bûne alîkar dikin.”