MED TUHAD-FED û OHD: Girtî dema sewqê de rastî lêdanê hatine 2020-04-07 12:26:48   AMED -  MED TUHAD - FED û OHD derbarê girtiyên ji Êlihê ji ber raperînê sewqî  Girtîgeha Amedê hatin kirin raporek amade kir û diyar kirin ku girtî dema sewqê de rastî lêdanê hatine û li dijî şewbê tu tevdîr nehatine girtin.    Parêzerên MED TUHAD-FED û OHD’ê bi girtiyên ji Girtîgeha Êlihê ji ber raperînê sewqî Girtîgeha Jimara 4’an a Tîpa T a Amedê hatin kirin hevdîtin pêk anîn. Parêzeran derbarê vê hevdîtinê de raporek amade kir û belav kir. Di raporê de tê gotin ku piştî raperînê derdora 400 girtî û hikumxwar ji Êlihê sewqî Amedê hatine kirin.    Di raporê de hat diyarkirin ku piştî demek dirêj bi girtiyan hevdîtin pêk anîne û di hevdîtinên li gel girtiyan de nepeniya parastinê jî hatiye îhlalkirin. Di raporê de hat gotin ku girtiyan gotiye karmendên hefsê temasa civakî piştguh kirine û otobus tije kirine.    Di raporê de hat destnîşankirin ku girtiyan di hevdîtinê de ragihandiye ku dema ew hatine sewqkirin komekê li wan daye û tundî li wan kiriye. Di raporê de hat gotin di dema hevdîtinê de şopên tundiyê ango îşkenceyê jî li ser û çavê girtiyan hatine dîtin. Di raporê de hat eşkerekirin ku girtiyan ragihandiye li dijî vê şewba koronayê tu tevdîr ji bo wan nehatine girtin û mîna ku metirsiya vê şewbê tune be li hember wan tev digerin.     Di raporê de gelek rêgezên girtîgehan ên navneteweyî hatin bi bîr xistin û ji bo tevdîrên li dijî koronayê jî pêşniyaz hatin rêzkirin.