Siyasetmedarên Kurd li dijî zagona înfazê kampanya dan destpêkirin 2020-04-07 11:23:51   AMED - Siyasetmedarên Kurd diyar kirin ku zagona înfazê ya ji bo Vîrusa Koronayê divê ji bo hemû girtiyan be û ew ê îro saet di 15.00'an de li ser hesabên medyaya civakî kampanyaya parvekirina videoyan dest pê bikin.     Zagona Înfazê ya ji bo girtî û hikumxwar bi Vîrusa Koronayê nekevin li Komisyona Edaletê ya Meclîsê hat qebûlkirin. Li gelek cihan girtî hatin berdan lê li Tirkiyeyê girtiyên siyasî li derveyî Zagona Înfazê hatin hiştin. Ji bo girtiyên siyasî jî di nava Zagona Înfazê de cihê xwe bigirin îro ew ê siyasetmedarên kurd saet di 15.00'an de li ser hesabên medyaya civakî kampanyaya parvekirina videoyan dest pê bikin. Siyasetmedarên kurd diyar kirin ku divê di zagona înfazê de wekhevî pêk were.   'Bila deriyê girtîgehan ji bo hemû girtiyan bê vekirin'   Hevseroka Kongreya Civaka Demokratîk (KCD) Leyla Guven got:"Niha li ser Zagona Înfazê tê xebitandin. Divê ev zagon ji bo hemû girtiyan bê amadekirin. Vîrusa Koronayê tu cudatiyê naxe navbera girtiyan. Bila deriyê girtîgehan ji bo hemû girtiyan bê vekirin."   'Bila wekhevî çêbibe'   Hevseroka Giştî ya Partiya Herêmên Demokratîk (DBP) Saliha Aydenîz jî wiha got:"Tevdîrên li derve têrê nakin. Dema li girtîgehan yek bi Vîrusa Koronayê keve ew ê hemû girtî pê bikevin. Ew ê bedela mirina girtiyan giran be. Loma divê demildest deriyê hemû girtîgehan bên vekirin. Bila di zagona înfazê de wekhevî çêbibe."