Ji Girtîgeha Şirnexê peyam heye: Beriya dereng bibe dengê xwe bilind bikin 2020-04-07 09:11:00   Rojda Aydin    ŞIRNEX - Ji bo girtiyê bi navê Yusuf Şahîn 120 sal ceza lê hatiye birîn hatiye, bi rêya telefonê bal kişand ser rewşa girtîgehê û got: "Li vir tedbîrên cîdî nehatine girtin. Tu bendewariya me ji îktîdarê tuneye, lê belê divê gelê me, siyasetmedar û sazî û dezgehên sivîl beriya ku dereng bibe bila dengê xwe bilind bikin."   Vîrûsa koronayê li tevahiya cîhanê bi bandor bû û bîlançoyeke girina bi xwe re anî. Li Tirkiyeyê jî her roja ku diçe hejmara miriya û hejmara nexweşên ku pê dikevin zêde dibin. Niha cihên herî bi rîsk jî girtîgeh in û li vir xeterî her ku diçe mêzin dibe. Her wiha bertekên li hemberî Qanûna Înfazê ku ji aliyê AKP û MHP'ê ve hatî amadekirin jî zêde dibin. Girtiyên siyasî ji qanûnê sûde nagirin. Girtiyê bi navê Yusuf Şahîn 5 sal in li Girtîgeha Tîpa T ya Şirnexê de ye. 120 sal ceza lê hatiye birîn bi rêya telefonê derbarê rewşa girtîgehê de agahî da.    ‘Tenê ketin û derketina li girtîgehê hatiye qedexekirin’   Yusuf, bi rêya telefonê ev tiştan anî ziman: “Di kaguşa ku ez lê dimînim de nexweşên kronîk jî hene. Lê belê bijîşk tuneye. Li vir hevalên nexweş ên ku rewşa wan xirap jî hene. Lê bi tenê tansiyan û agirê wan tên pîvandin. Xeynî van tu tişt nayê kirin. Wek tedbîr bi tenê ketin û derketina girtîgehê hatiye qedexekirin. Lê belê di hindûr de tu tedbîr nehatiye girtin. Em li vir bi provokasyonan re jî rûbirû dîminin."   ‘Li vir malzemeyên hîjyenîk nadin me’   Yusuf, di axaftina xwe ye bi telefonê de bal kişand ser malzemeyên paqijiyê û got: "Li vir malzemeyên paqijiyê nadin me. Em bi derfetên xwe di kantînê de malzemeyên paqijiyê dikirin. Lê malzemeyên hîjyenîk ên wek maske û dezenfekteyên nayên dayîn. Bi cihanê re tu têkiliya me tuneye û hemû jî hatin qutkirin. Kanalên nûçeyan yên televîzyonan jî hatin astengkirin. Tenê çend kanalên medyaya tirk hene. Em niha nizanin ku li cîhanê çi diqewime. Em tu agahiya nagirin. Niha li girtîgehê rewşek bi vî rengî heye. Kaguşa ku em niha di tê de ji bo 10 girtiyane, lê belê em 14 kes lê dimînin. Qawiş 35 metreqare tuneye lê em 14 heval li vir dimînin."   ‘Tu bendewariya me ji îktîdarê tune ye’   Yusuf di dawuya axaftina xwe de bal kişand ser helwesta ku li hemberî girtîgehan tê nîşandan û wiha axivî: "Di pêvajoyekî bi vê rengî de li derve ji bo girtîgehan dengek zêde dernakevin. Em bi îmkanên xwe û bi medyayê hewl didin ku dengê xwe ragihînin. Em dixwazin hemû sazî û dezgeh li dijî vê dengê xwe zêdetir bilind bikin. Her wiha em dixwazin parlamenter tim di meclîsê de rewşa girtîgehê bînin rojevê. Em dixwazin hem tedbîr bên girtin û hem jî tiştên pêwîst bi cih bînin. Ji xwe tu bendewariya me ji îktîdarê tuneye. Ji xwe em nêzîktiya wan a li hemberê gel dibînin. Daxwaziya me bi tenê ev e; di pêvajoyekê bi vê rengî de nêzîkatiyek mirovahî û ehlaqî pêk were. Bi hezaran girtî hene. Ne bi tenê li dijî me li dijî hemû girtiyan nêzîkatiyek mirovahî û wekhevî hebe. Li vir ji ber nexweşiyan dibe ku cenaze jî derbikevin. Niha di kaguşa me de 4 û 5 hevalên me nexweşiyên wan ên kronîkê hene. Niha li dijî me zext tuneye lê belê ew jî nayê wateya ku dê tunebe jî. Bila gel xwedî li girtiyên siyasî derkevin."