ROJEVA 7'Ê NÎSANA 2020'AN 2020-04-07 09:00:00   * Berdevka Meclîsa Jinan a DTSO’yê Sevîm Vural di derbarê qeyranan aborî de axivî û wiha got: “Qeyrana aborî li Tirkiyeyê ji xwe mezin bû lê bi pandomiyê re wê rewş giran bibe. Ango koronoya ku qeyrana aborî afirandiye wê darbeya mezin li aboriyê bide. Divê hikumet di vê xalê de bi lez ewlehiyan bigire ango ewlehiyên ji tendurustiyê re tên girtin dibin astengê hilberînê ji.”   *Di heyva biharê de erd bi cilê xweyî kesk tê xemilandin,  şêniyên gundan jî  debara xwe ji xwezayê dikin. Jina bi navê  Kevokê Dahir li ser dermanên xwezayî dibêje: "Ji xwezayê dermanên baş û  bi tendurist tên afirandin, tenê di jiyana gundan de ev çand zindî ye." DÎMEN HEYE   *Vîrûsa Korona li ser aboriya herêmê bandoreke neyînî çêdike. Jinên ku xebatên aboriyê dikin, wiha dibêjin: "Bi sedema  derketina Vîrûsa Korona di kar û xebatên me yên aboriyê de lawazî, çedibin. Projeyên me dabû pêşiya xwe piraniya wan sekinîn."DÎMEN HEYE   *Li dijî belavbûna vîrûsa koronayê welatî guh didin bangên hişyariyê ya li malên xwe bimînin. Jinên ku berê xwe dan gundê xwe gotin: "Em vegeriyan zarokatiya xwe û li vir piştevanî bêtir li pêş dikeve û dûrketina ji medyaya civakî jî tiştekî erênî ye. Lê belê em ji rewşa heyî jî bi fikar in."    DÎMEN HEYE   *Parêzer Turkan Aslan Agaç diyar kir ku gotinên ‘di pakêta înfazê de gumanbarên sûcên li hember jin û zarokan cih nagirin’ rastiyê nîşan nade û got: “Ji ber di TCK’ê de kategoriyeke ‘sûcê şîdeta li hember jinê’ tune ye. Girityên siyasî jî ji mafê darizandina adîlane fêde nagirin û ceza digirin. Di sererastkirinê de divê ewil girtiyên siyasî fêdeyê bigirin.”   *Ji bo girtiyê bi navê Yusuf Şahîn 120 sal ceza lê hatiye birîn hatiye, bi rêya telefonê bal kişand ser rewşa girtîgehê û got: "Li vir tedbîrên cîdî nehatine girtin. Tu bendewariya me ji îktîdarê tuneye, lê belê divê gelê me, siyasetmedar û sazî û dezgehên sivîl beriya ku dereng bibe bila dengê xwe bilind bikin."    DÎMEN HEYE   *Di pêvajoya vîrûsê de mûçeyê mamosteyên bi pere û bi hezaran kedkarî hat birîn. Parlamentera HDP’ê Tulay Hatîmogullari diyar kir ku divê Fona Betalî û Fona Hebûnê ji gel re bê veqetandin û got: “Hatinên Fonên Hebûnê li ku ne? AKP’ê çavkaniyê ku aydê 82 mîlyon kesî bû pêşkêşî alîgirên xwe kir.”DÎMEN HEYE