Li Şirnexê testên 16 kesan pozîtîf derket! 2020-04-06 14:53:31   ŞIRNEX - Li Şirnexê ji ber nexweşiya vîrûsa koronayê (Covîd-19) hat zanîn ku hejmara nexweşan di navbera 600-700 kesan de ye û testên 16 kesan jî pozîtîf derketiye. Her wiha ekipman jî gelek kêm in.   Vîrûsa Korona(Covîd-19) ku li Çînê dest pê kir di demek nêz de hemû cihan kir bin bandora xwe. Ji ber vîrûsê her roj hejmara kesên jiyana xwe dest didin û yên nexweş her ku diçe zêde dibe. Li Tirkiyeyê heta niha 574 kesan jiyana xwe ji dest dan û hejmara nexweşan jî gihîşt 27.069’an. Li Şirnexê jî ji ber nexweşiyê hejmara nexweşan her ku roj diçe zêde dibe.   Li Şirnexê nêzî 700 kes kirine karantînayê!   Li gor agahiyên ku ji Odeya Bijîjkan a Şirnexê hat girtin, li Şirnexê heya niha nêzî 600-700 kes di karantînayê de ye. Her wiha kesên di karatînayê de ne li Leyliya Mêran a Cezerî ya girêdayî Laziya Leylî û Krêdiyan(KYK), Nexweşxaneya Dewletê ya Şirnexê, Nexweşxaneya Dewletê ya Silopiyê û Nexweşxaneya Dewletê ya Cizîrê de tên girtin. Li gor îdîayan heta niha Leyliya Mêran a Cezerî ya girêdayî Laziya Leylî û Krêdiyan(KYK) de nêzî 300-400 hem leşker û hem jî welatî di bin karantînayê de ne. Kesên di bin karantînayê de ne jî tedawiya wan li Nexweşxaneya Dewletê ya Şirnexê tê kirin.   Nexweşxaneya Dewletê ya Cizîrê ji bo karantînayê hat veqetandin!   Ji aliyekî dinê jî li gor agahiyên hatin destxistin Nexweşxaneya Dewletê ya Cizîrê qatê wê ya 3’yemîn ji bo karantînayê hatiye veqetandin. Her wiha hat dîtin ku di têketina bajêr de agirê welatiyan ji aliyê bijîjkan ve tê pîvandin.   Testê 16 kesan pozîtîf derket!   Hat zanîn ku li Şirnexê heta niha testê 16 kesan pozîtîf derketiye û 1 kes jî di beşa lênêrîna awarte de ye. Kesên bi fikara Kovîd-19 û teşhîsê tedawiyê dibînin hejmara wan di navbera 20 û 91’an de digûhere.   Ekîpman kêm in    Xebatkarên tendûristiyê diyar kirin ku li bajêr ekîpmanên parastinê gelek kêm in. Her wiha Navendên Tendûristiya Malbatan materyalên wek maske, lepik, pêşmalk û berçavk jî gelek kêm in. Her wiha navçeyên Qileban û Elkê  ji ber ku dûr in materyal gelek kêm diçin.