Li Erdîşê kuçeyek kirin bin karantînayê 2020-04-06 14:45:56   WAN - Li Erdîşê li ser ragihandina welatiyek bi Vîrusa Koronayê ketiye kuçeyek kirin bin karantînayê.    Hat hînbûn ku li Kuçeya Dêra Jêrê ya Erdîşa Wanê welatiyek ji ber sincirandina laş rakirine nexweşxaneyê. Li ser gumana Vîrusa Koronayê kuçe kirin bin karantînayê.    Ketin û derketina kuçeyê hat qedexekirin.