Li Farqînê bi hoparlorên mizgeftê hejmara nexweşên Vîrusa Koronayê aşkere kirin 2020-04-06 14:29:38   AMED - Li Navçeya Farqinê ya Amedê bi hoparlorên Mizgefta Selahaddin Eyyubî bang kirin û aşkere kirin ku hejmara kesên bi şewba vîrûsa corona ketine gihiştiye 10 kesan.    Li Tirkiye û hemû bajarên Tirkiyeyê vîrûsa corona belav dibe. Li Navçeya Farqinê ya Amedê jî li gorî daneyên femî 10 kes bi şewba vîrûsê ketine. Wezîrê Tenduristiyê rojane hejmara nexweşan aşkere dike. Li bajaran jî rêbazên cuda balê dikişînin. Li Navçeya Farqinê ya Amedê bi hoparlorên Mizgefta Selahaddin Eyyubî bang kirin û aşkere kirin ku hejmara kesên bi şewba vîrûsa corona ketine gihiştiye 10 kesan.