Li Şehbayê Komîteya Kontrolkirina Kel û Pelan hat avakirin 2020-04-06 14:25:01   Ferîde Zade   ŞEHBA - Endama Komîteya Kontrolkirinê ya navçeya Ehdasê ya Şehbayê Nesrîn Mihemed li ser kel û pelan axivî û got: "Di pêvejoya pêşîgirtina derketinan de buhayên kel û pelan hatin diyarkirin û li gor binpêkirinan cezayê pereyan tên birîn."   Vîrûsa Korona yekem car li welatê Çînê rû da û li tevahî cîhanê belav bû. Li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê heta niha tu kes bi Vîrûsa Korona neket, ji ber tedbîran Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê tedbîrên sereke girtin. Li Şehbayê şaredariya gel a Efrînê komîteyek kontrolkirinê ji bo kel û pelan ava kir. Ev komîte buhayên kel û pelan diyar dike. Her wiha dukanên ku di vê pêvajoyê de vebin ango venebin diyar kirin. Têkîldarê mijarê Endama Komîteya Kontrolkirinê Nesrîn Mihemed axivî.   '8 komîteya kontrolkirinê hatin avakirin'   Nesrînê di despêka axaftina xwe de bal kişand ser avakirina komîteya kontrorkirinê û wiha pê de çû: "Li Şehbayê 8 komîte hatin erkdarkirin. Komîte rojane derdikeve û ji gundê Tilqireh heta navçeya Ehdas hemû dukan tên kontrolkirin.  Di destpêkê qedexekirinê de hin dukan buhayên kel û pelan li gor xwe bilind dikirin, lê piştî komîteya kontrolkirinê hat avakirin, listeya rêjeyên firotina kel û pelan hatin diyarkirin. Her wiha lîsteya ku hatiye diyarkirin bi rojane tê nûkirin."    'Dukanfiroş li gor listeya ku hatiye diyarkirin tev digerin'   Nesrînê diyar kir ku ger dukanfiroş vê lîsteyê binpê bikin wê werin cezakirin û wiha got: "Dukanfiroş li gor listeya ku hatiye diyar kirin tev negerin tên cezakirin. Ceza li gor binpêkirinan tên birîn. Di despêka qedexeyê de hemû dukan piştî demjimêra 16:00'an dihatin girtin, lê êdî hemû dukan di seat 18:00'an de tên girtin. Komîteya kontrolkirinê li gor fatureyên ku kel û pel tên kirin lîsteya dukanan diyar dikin. Her wiha wê dukanên goşt jî êdî dest bi karê xwe bikin û dema goşt taze be wê bê firotin. "