Jinekê hewil da xwe întihar bike 2020-04-06 14:24:49   AMED - Li Amedê jina bi navê Y.E. ji bo alîkariya aboriyê serlêdan kiribû lê encama serlêdana wê ji ber ku neyînî derket hewil da întihar bike     Li navçeya Sûrê ya Amedê, jineke ku navê wê nehat hînbûn, derket ser Sûran û diyar kir ku pirsgirêkên aborî dijî û hewl da ku xwe ji ser Sûran bavêje û întîhar bike. Ji ber ihtîmala ku jina derketibû ser sûran xwe bavêje ekîbên agirkujê hatin cihê bûyerê û li binî sûran branda vekirin. Polis jî derketin ser sûran hewl dan ku jinê qanih bikin. Piştî saetekê jina ku hewl da ku întîhar bike hat qanihkirin û ew rakirina Nexweşxaneya Selahaddîn Eyyûbî ya Dewletê.