Rojnameya heftena Xwebûn derbasî weşana dîjîtal bû 2020-04-06 11:55:12   AMED - Ji ber belavbûna vîrûsa koronayê Rojnameya Xwebûn dê li ser malpera xwe bi pdf’yan xwe bighine xwendevanan. Hejmareke kêm dê ji bo arşîvê û ji bo kesên ku dixwazin mehê carekê (4 hejmar bi hev re) bi rêya kargoyê bi dest bixin were çapkirin.   Rojnameya Xwebûnê vê hefteyê jî bi nivîskarên nû û naverokeke dewlemend gihîşt xwendevanên xwe. Rojnameya ku heftane tê çapkirin vê hefteyê bi manşeta; "Corona teşe dide jiyanê" derket. bûn. Vê hefteyê nivîsên Adar Şaman, Munewer Azîzoglu Bazan, Mizgîn Ronak û Reyhan Îke di rojnameyê de cih girtin.    Ji ber vîrûsa koronayê ketin û derketina gelek bajaran hatiye qedexekirin û rojname naçe bajaran. Rojname dê pdf’ê hemû rûpelan li ser malpera xwe biweşînin. Di nivîsa Edîtor de hat ragihandin ku rojnameya xwebûnê jî derbasî weşana dîjîtal dibe û tevahiya nivîsê wiha ye;   “Silav ji xwînerên xwebûnê re; Ev demek e em li dijî zehmetiyan bi zimanê dayika xwe rojname derdixin. Ev ji bo me kêfxweşî û serbilindî ye. Vîrusa koronayê êdî li seranserê cîhanê berbelav bûye. Di rojên koronayê de jî me got ger hefteyê rojekê be jî em ê hewl bidin xwe bigihînin hezkiriyên zimanê kurdî û agahiyan parve bikin.   Bêguman wek xebatkarên rojnameyê me jî hinek tedbîr wergirtin. Kedkarên rojnameyê ev demek e li malên xwe dimînin û li malê xebatên xwe didomînin. Hefteyê rojekê em 3-4 heval tên ligel hev û rojnameyê amade dikin.   Korona bûye parçeyek ji jiyana me. Her çiqas mijareke kurewî be ewqas ji mijareke jiyanî ye. Her kes xwe tecrîd dike, civak ji hev dûr dikeve û her tişt dibe online û dîjîtal. Li cîhanê gelek rojname derbasî xebata dîjîtal bûne.   Nexweşî gihîştiye asteke wisa ku em jî neçar in hinek biryarên nû werbigirin.  Ji vê hefteyê pê ve em ê giraniya xwe bidin ser xebata rojnameya dîjîtal ango online. Em ê dîsa her hefte heman rojê rojnameya xwe amade bikin û li ser malperê xwe bigihînin xwînerên xwe. Em dixwazin hemû dildarên zimanê kurdî li ser malpera www.xwebun.org me bişopînin.   Her wiha ji bo arşîva rojnameyê û ji bo kesên ku dixwazin halê kaxiz bi dest bixin û yan jî ji xwe re arşîvan çêbikin, em ê hejmareke kêm li matbaayê çap bikin. Em ê rojnameyê mehê carekê yanê 4 hejmaran bi kargoyê ji xwîneran re bişînin. Kesên ku dixwazin rojnameyê mehê carekê bi giştî bi dest bixin divê nav, paşnav, navnîşan û telefona xwe ji maila me; rojname@xwebun.org re bişînin. Em mêjî û laşê xwe ji hemû vîrusan paqij bikin.”