Platforma Jinan a Hatayê: Divê tedbîrên pêwist bên girtin 2020-04-06 09:22:00   Fîlîz Zeyrek   HATAY - Endamên Platforma Jinan a Hatayê diyar kir ku di pêvajoya li dijî vîrusa korona bangên ‘li malê bin’ tên kirin de 21 jin hatine qetilkirin û got: “Ev bang girîng bin jî ji bo jinan bi fikar in. Li malê mayîn dikare vîursê bide sekinandin lê şîdeta li malê zêde dike. Divê tedbîrên pêwist bên girtin.”   Vîrusa Korona li cîhanê û Tirkiyeyê bi lez belav dibe û li dijî vîrusê hinek tedbîr tên girtin û ji van yek jî banga li malê  e. Li Tirkiyeyê di çarçoveya vê de bangên ‘li malê bin tên kirin’. Ji bo kesên di ser temenê 65 û di bin temenê 20’î de jî qedexeya derketina derve pêk tê. Lê tê gotin ku li malê mayîn ne tedbîreke têr ker e û gelek jin jî li malê bi şîdetê re rûbi rû dimînin. Hikûmeta ku bangên ‘li malê bin’ dike, der barê şîdeta li malê de jî tu agahdarkirineke fermî nekiriye.   Li gorî rapora meha Adarê ya Platforma Em ê Kuştinên Jinan Rawestînin (KCDP) 29 jin ji aliyê mêran ve hatine qetilkirin. Li gorî daneyên di raporê de 21 jin di navbera 11-31’ê Adarê ku dema vîrus hat daxuyandin hatine qetilkirin.   Endamên Platforma Jinan a Hatayê, diyar kirin ku jin ji aliyê mêrên herî nêzî wan ve hatine qetilkirin û bang li hikûmetê kir ku tedbîrê bigirin.   ‘Şîdet pirsgirêka mêr e’   Endama Platformê Dîlek Kaplan da zanîn ku divê şîdet tenê wek pirsgirêka jinê neyê dîtin û got: “Şîdet pirsgirêka mêr e. Divê mêr bi vê re bên rûhev. Divê jin jî vê bizanin û bibin xwedî hişmendiya ku ev pirsgirêk ji wan naqewime. Di van rojên koronayê esaseke ku balê dikşîne; jin û hevjînê wan li malê ne kêfxweş in. Ji ber mêr her tim li malê ye û jin xwe her tim wek ‘mêr kêfxweş bikin’ hîs dikin. Hemû kar jinan dipên. Şûştina cil, firakan, paqij û hemû karên din. Yanî dîsa hemû angarya li ser pişta jinê ye.”   ‘Bangên li malê bin ji bo jinan bi fikare’   Dîlekê di berdewamiya axaftina xwe de bi lêv kir ku di pêvajoya bangên ‘li malê bin’ de gelek jinên hatine qetilkirin bi gumanbar re li heman malê dijiyan û wiha pê de çû: “Ev bang girîng be jî ji bo jinan bi fikare. Li malê runiştin dikare vîrusê bide sekinandin lê şîdetê zêde dike. Li cîhanê şîdeta li malê li gorî pêvajoya beriya vîrûsê zêde bûye. Li Tirkiyeyê jî heman rewş heye.”   ‘Divê qanûna hejmar 6284 bê tavîz, şert û merc pêk bê’   Ozlem Mansuroglu jî destnîşan kir ku divê di televîzyon û radyoyan de numareyên ku jin dikarin lê bigerin wek spota cemawerî bên weşandin û wiha dirêjî da axaftina xwe: “Rojeva esas ya rêveberiyên herêmî divê şîdeta li hember jinan be û planeke lezgîn ya ji bo têkoşînê bê derxistin. Divê qanûna hejmar 6284 bê tavîz, şert û merc pêk bê. Divê ŞONÎM 7-24 saetan xizmetê bide. Jinên xebatkarên tenduristiyê navbera kar û lênerîna zarokan de dimînin. Rêveberiyên herêmî divê di mijara lênerîna zarokan de berpirsyariyê bigire. Kreşa zarokan, mala lênerînê ya bi roj..”