Malbatên Girtiyan: Em ji rewşa girtîgehan bi fikar in 2020-04-06 09:21:00   Rojda Aydin   ŞIRNEX - Li Tirkiyeye piştî ku vîrusa koronayê belav bû, ji ber ku girtîgeh di xeterê de ne malbatên girtiyan jî ketin nav fikaran. Malbatên girtiyan anîn ziman ku ji ber vê nexweşiyê rewşa girtîgehan di xeterê de ye û wiha gotin: “Ji ber vê şewba vîrusê ku belav dibe em ji rewşa girtiyan bi fikar in. Em banga bila girtiyên siyasî jî bên berdan dikin. ”   Vîrûsa koronayê (COVÎD -19) ku di serî de li Çînê belav bû, di nav demeke kurt de li hemû cihanê belav bû. Şewba ku gelek deverên cîhanê kir bin bandora xwe ev demek ku li Tirkiyê jî belav bûye û ji ber vê şewbê heta niha gelek kesî jiyadna xwe ji dest dane û bi gelek kesan re jî ev vîrus hatiye dîtin.  Li gel ku ev vîrus bandora xwe li hemû qadên jiyanê dike û diyare wê girtîgehan jî bike bin bandora xwe hîna li girtîgehan tu ewlehiyên berbiçav nehatine girtin. Ango girtî bi derfetên xwe hewl didin ku xwe ji  vê vîrusê biparêzin. Lê ji bo ku girtî xwe biparêzin jî tu alavên paqijiyê nayên dayîn. Ev sersariya hikumetê ya li dijî girtîgehan malbatên girtiyan dike nava fikaran.  Malbatên girtiyan gotın ku bila li girtîgehan tedbîr bên girtin û ji ber vê pêvajoyê banga tahliyekirina girtiyan kirin.   ‘Em ji rewşa girtîgehan gelek bifikarin’   Dayika girtiyê bi navê Yahya Îdîn ê ku di Girtîgeha Tîpa T ya Şirnexê de tê girtin Hanîfe Îdîn, xwest ku hemû girtiyên siyasî bên tahliyekirin û wiha got: “Bila zarokên me tahliye bikin. Rewş her ku diçe xirap dibe. Di girtîgehê li zarokên me nanêrin. Bila girtiyan serbest berdin. Em ê di malên xwe de li wan binêrin. Daxwaza me bi tenê tahliyekirina girtiyan e. Ji ber nexweşiyê hevdîtin jî hatin qedexekirin. Em bi tenê bi rêya telefonê bi zarokên xwe re diaxivin. Ji ber vê pêvajoyê em ji rewşa girtiyan bifikar in.”   ‘Bila cezayê hepsê ya malê bidin girtiyan’   Dayika Yusuf Şahîn ê ku di Girtîgeha Tîpa T ya Şirnexê de tê girtin Galya Şahîn jî got ji ber rewşa girtîgehan xemgînin û wiha bi lêv kir: “120 sal ceza li kurê min birîne. Kurê min xwendekar bû û zanîngeh dixwend. Kurê min tu tişt nekir, bêhiqûqî hat girtin û hat cezakirin. Niha jî li cihanê ev nexweşî belav bûye. Em ji ber jiyana girityan gelek xemgînin. Ger ku girtiyan ji girtîgehê dernexin dibe ku mirin çêbibin. Em naxwazin ku cenaze ji girtîhgehan derbikevin. Em doza tahliyekirina zarokên xwe dikin. Bila hemû girtiyên siyasî berdin. Çawa dixwazin girtiyên edlî berdin bila yên siyasî jî berdin. Em wekheviyê dixwazin. Kesên kujer ku kiryarên herî qirêj dikin berdidin çima zarokên me bernadin. Bila cudahiyê nekin navbera girtiyan. Ev ne edale e. Ger ku edalet hebûya dê zarokên me jî serbest berdana. Zarokên me bi tenê li ser rastiyê bûn û hatin girtin. Lê girtiyên edlî qirêjiya herî mizin kirine. Çima zilmê li me dikin. Bila zarokên me berdin û bên mala xwe. Bila cezayê hepsê yê malê bidin girtiyan.”      ‘Em ê dengê xwe bikin yek ji bo tahliyeya girtiyan’   Dayika bi navê Meryem Katar jî got rewş her ku diçe xirap dibe, girtîgeh dibin xeteriyê de ne û wiha domand: “Daxwaza me bi tenê tahliyekirina girtiyan e. Bila di vê qanûn derxistin de wekheviyê pêk bînin. Bi tenê dixwazin girtiyên edlî berdin. Lê em vî tişt3i qebûl nakin. Jiyana zarokên me di bin xeteriyê de ye. Çi ji zarokên me dixwazin. Tu berhemên hîjyenîk nadin girtiyan. Bila hemû kes gûhê xwe bide girtîgehan û bibin dengê girtiya. Ger ku em bêdeng bimînin jiyana girtiyan  wê zêdetir bikeve xeteriyê. Em ê dengê xwe bikin yek ji bo tahliyeya girtiyan.”