‘Xebatkarên tendurustiyê gotin em ji bo xizmeta gel amade ne’ 2020-04-06 09:20:00   Medya Uren   AMED - Xebatkarên tendurustiyê ên ku bi KHK’ê  ji kar hatine durxistin gotin ku ew  rexmê van bê dadiyan ji bo xizmeta gel amade ne. Hîvda Aksoy got ev xebat soza wan e û got ku çi ji destên wan were ew ê pêk bînin. Li gel wê Gulhan Tekîn jî diyar kir  ku bi durxstina ji kar re wan xebatên xwe nedane rawestandin û heta niha jî di  xizmeta gel de ne.   Li Tirkiyê piştî hewdana darbeya leşkerî ya 15’ê Tîrmeha 2016’an bi hezaran kes bi Biryarnameyên di Hikmê Qanûnê (KHK) ji karên xwe hatibûn durxistin. Hemû xebatkarên tendurustiyê ên hatine durxistin di sendîkayan de hatin gel hev û xizmeta xwe didin berdewamkirin. Bi   savîrusa koronona (COVİD-19) re Tirkiye ji di bin gefên mezin de ye. Ev xebatkarên bi KHK’ê ji kar hatine dûrxistin dixwazin valehiyên di beşên tendurustiyê de hatine avakirin dagirin. Ango bang dikin ku xebatkarên bê usul û dad ji karê xwe hatine durxistin divê vegerin ser karen xwe.  Tendurustvan Hîvda Aksoy û rêvebira sendîkaya SES’ê Gulhan Tekîn bal kişandin ser pirsgirên tên jiyîn û kêmasiyên hene.   ‘Di derbarê vîrusê de nêzîkatiyek pasîf hat pêşkêş kirin’   Hîvdayê diyar kir ku pergala tenduristiyê ya Tirkiyê bêy ku buyerên awarte derbikevi ndi xeteriyê de ye û got hişmendiya heyî ji tenduristiya mirovan zêdetir nexweşxaneyê weke cihê hatiniyê dibîne. Hîvda wiha berdewam kir: “Ji xwe pergala tendurustiyê zêde lewaz dimeşiya, ew ji tenê ya li ber çav dihat dîtin bû. Nexweşxaneyên bajêr di vî aliyî de hilweşîna xwe nîşan didin. Beriya karaseta koronoyê ji nexweşxaneyan di aliyê teknîkî û cîhazên bîhnvedanêj de kêmasî dijiyan . Di heman demê de kêmasiya pisporan jî heûb. Di vê rewşa awbarte de wê pergala tendurustiyê çiqas bi fayde be ango wê çawa bikaribe ji nava vê karasetê rizgar bibe cihê nîqaşê ye. Tê zanîn ku di serî de ji ber şiyarî û agahiyên rast nehatin parvekirin di warê ewlehiyê de ji mixabin amedkarî nebûn. Nêzîkatiyek wiha dihat pêşkêşkirin ku weke tucarî nexweşî nayê Tirkiyeyê. Lewra li welatên ku tenê yek kesî li wan jiyana xwe ji dest dane ewlehiyên mezin hatin girtin ji bo pêşî li ber vê nexweşiya were girtin. Ev jî şaştiyên di polîtîkaya me de didin nîşandan û hîna di vê riyê de israr tê kirin.”   ‘Amed û herêma bakur wê pirsgirêkên mezin bijîn’   Hîvda da nîşandan ku rexmê şiyariyên girtina sînoran ji sînor man vekirî. Di serî de Amed û hemû herêmên kurdan di bin talukeya belavbûna karesetê de ne. Hîvda wiha berdewam kir: “Ji ber ku nexweşxaneyên di herêmên kurdan de ne di hemû aliyan de pirsgirên mezin dijîn. Çi di aliy alavan de û çi jî di aliyê pisporan de be xwedî kêmasiyên mezin in. Lewra ger nexweş zêde bibin wê bi xwe re pirsgirêkan jî mezin bikin. Heta wê di aliyê pêşwazîkirina nexweşan de ji kêmasî bên jiyîn. Bi taybet jî wê tendurustvan di aliye kêmaniya alavên tendrustiyê  de zahmetiyan  bikişînin. Tendurustvan di nava xeterê de ne. Dibe ku ew ji vîrusê wergirin û hêvîdarim em bi van yekan re rû bi rû nemînin. Ango ez dixwazim destnîşan bikim ku xebatên meclîsa tendurusitiyê xwedî girîngiyek mezin in.”   ‘Em ji bo xebatê amade ne’   Hîvdayê di dirêjiya axaftina xwe de diyar kir ku gelek tendirustvanên bi KHK’ê ji kare xwe hatine dûrxistin hene û li cihê van kesan ji valehiyên mezin hatin jiyîn. Hîvdayê ev tişt got: “ Pergala tendurustiyê ji bo van valehiyan dagire tu gavan navêje. Ev bar dikeve ser milê xebatkarên din. Rexmê hertiştê xebatkarên ji bo xebatê amade hene. Em xebatkarên ku ji her cure mafê xwe hatine bêparhiştin li gel van hemû kêmasiyan ji bo xizmeta gel amade ne. Em daxwaz dikin ku bi lezgînî me tayînî ser karên me bikin.”   ‘Tendurustî buye amora tîcaret ê’   Gulhanê jî anî ziman ku texrîbatên xwezayî, bajarbûnek bê serû bin û durketina ji jiyana ekolojîk rê li ber van karasteên weke vîrusê vekir. Ger em baldar nebin wê her carê şewbên pandemî derkevin holê. Gulhanê anî ziman ku tendirustî xistine rewşa kirîn firotinê û wiha berdewam kir: “Astengî li hember gihiştina agahiyên derbarê tendurustiyê de rû didin û dixin wê rewşê ku kes ji laşê xwe biyanî bimînin. Kesekî ku ji bedena xwe biyanî çi ji bo xwe bike yan neke wê nizanibe. Ango di vê demê de hevgirtina civakî û parvkekirina zanistên rast pêdivî ye. Di cavakê de karastek mezin heye ku ji bo ewlehiyan divê civak xwedî agahî be. Lewra rayeder tenê jimara nexweşan parve dikin û agahiyên ji derveyî vê tên veşartin. Ev bi xwe re bê baweriyê diafirîne û wê bibe sedem ku pirsgirêk mezintir bibe. Di vê rewşê de kesên temenê wan mezin rastî bê mafî û newekheviyê tên. Weke ku sedema van karasetan kesên temen mezine tên lansekirin. Lewra rewş tam li dijî vê ye. Di van rewşan de divê hemû ferdên civakê werin parastin.”   ‘Tendurustvan di talukiyê de ne’    Gulhaniê bi dirêjahî  got ji aliyê derfetan de me bi gelek tendurstvanan re hevdîtin pêkanî û li gorî nêrînên me kêmasiyên mezin hene. Gulhan wiha berdewam kir: “Di serî de li Amed û gelek bajarên me yên din ekîpman û derfetên tendurustiyê tune ne. Li rexa wê ji bo tendurustvanan ewlehiyên girîng nayên girtin. Ger ku tendurustvan van pirsgirêkan parve bike jî hedef tê girtin. Ji ber van sedeman xebatkarên tendurstvanan nikarin pirsgirêkên xwe parve bikin. Ji ber ku rewş wisa ye ev xebatkar di şert û mercên giran de di demên dirêj de dixebitin. Heta niha di aliyê testçêkirinê de Tirkiye kêm dimîne, ev ji wê bibe sedem ku zû bi zû ewlehî neyên girtin. Gelek welatên din ji ber ku zu test girtin ewlehiya xwe ji grtin.”   ‘Em ê tim xebata xwe bidin berdewamirin’   Gulhanê got ku îxracên bê usul û bê dad hatine kirin di dema xwe de û niha ji bûn sedema valehiyên mezin. Gulhane destnîşan kir ku di wan deman de gelek biranş û qadên tendurustiyê kêm man û ketin valehiyek meziin. Gulhan wiha berdewam kir: “Gelek hevalên me ên xwedî tecrûbe di rewşa pandemî de ji kar tên durxstin. Lewra kar ne tenê di qadên kamusal de di her qadê de divê were pêkanîn. Gelek hevalên me di sendîkayên weke SES û Odeya Tendurustvanan de xebatên xwe didin berdewamkirin û wê bidin berdewamkirin jî.  Gulhan got lewra di van rojan de pirsgirêkên tendurustvanan wê werin guhdarkirin. Divê jiyana tendurustvanan li ber çavan were girtin ango ji bo ewlehiyê divê ji bo wan derfet were afirandin.”