'Li dijî Vîrusa Koronayê em 24 saetan di xizmeta gel de ne' 2020-04-06 09:08:00   Dilûcan Bozî   KOBANÊ - Endamên Nexweşxaneya Kobanê nêrînên xwe di derbarê tedbîrên ku li hemberî belavbûna Vîrûsa Korona li herêmê girtine anîn ziman û gotin: "Me gelek tedbîr girtine lê pêwîst dike gel jî zagonên Rêveberiya Xweser pêk bînin."   Di demeke kin de Vîrûsa Korona (Kovît-19) li tevahî cîhanê belav bûye. Ji bo ku li herêmên Bakur û Rojhilatê Suriyeyê neyê belavkirin û rê li pêşiya wê bê girtin, Rêveberiya Xweser ya Bakur û Rojhilatê Suriyeyê di 23'yê Adarê de qedexeya derketina derve bi rêya daxuyaniyekê ragihand. Derketina derve ya ji bo kesên ku pêdiviyên mal peyda bikin ji saet 06:00'an heta 04:00'an e. Ji bilî wê demê qedexeya derketina derve hatiye ragihandin. Di heman demê de  biryara girtina cenazeyên kesên ji derve derbasî herêmê bibin pêwîst dike ew kes ji hemwelatiyên Bakur û Rojhilatê Suriyeyê be. Her wiha kesên ji derveyî herêmê derbasî bajar bibin wê 14 rojan di bin karantînayê de bimîne Piştî 14 rojan êdî ew kes bi biryara desteya tenduristiyê bi awayekî serbest tê berdan. Herî dawî jî biryara cezakirina kesên ji derveyî saetên qedexeya derva bimînin wê ceza lê bê birîn. Desteya Tenduristî ya Kobanê ji ber rewşa Vîrûsa Korona du navendên karantîna û yek jî ji bo rewşa awarte vekirin. Her wiha ji bo tedbîrên Vîrusa Korona 9 Ambulans, 6 şofêrên Ambulansê, nêzî 90 textan û hejmarek ji hemşîreyan hatine amedekirin. 200 cîhaza bi navê "kit" ji bo Vîrûsa Korona bê diyarkirin desteya Tenduristiyê bi dest xistiye.   Têkildarî vê mijarê Endamên Nexweşxaneya Kobanê nêrînên xwe di derbarê tedbîrên ku li hemberî belavbûna Vîrûsa Korona li herêmê girtine ji ajansa me re rave kirin.     'Vîrûsa Korona nexweşiyek kujer e'   Hemşîreya bi navê Zelal Omer ku li navenda Miştenur ya awarte nobetê digire di destpêka axaftina xwe de qala Vîrusa Korona kir û wiha pê de çû: "Ev Vîrus Korona ku rehên xwe li tevahî cîhanê belav kiriye, vîrûsek ne ji rêzê ye û rewş diyar dike ku dewletên kapîtalîzim ev vîrûs çêkirine û bi zanebûn hatiye belavkirin. Mirov bala xwe pêde kesên bi temenên mezin bi vîrûsê jiyana xwe ji dest didin. Ji ber ev kesên bi temenên mezin çand, ziman, huner û hebûna me didin diyarkirin ji ber wê jî dewletên weke Emerîka û hevkarên wî hewil didin ku hebûna me li rûyê erdê tune bikin. Em ê çawa xwe ji vê vîrûsa kujer biparêzin û nehêlên jiyana me di xeteriyê de be, pêwîst dike ku gel di malên xwe de bin û her tim destên xwe bişon û li xwe miqate bin. Rojane nobet tên girtin, niha halê hazir tu kes bi şewba vîrûsê neketine. Em jî bi tedbîr 24 saetan nobetê digirin."     'Vîrûsa Korona cudahiyê naxe navbera mirovan'   Her wiha perestar bi navê Hozgar Ebidrehman Kurdî ya ku perwerde li ser cîhaza bi navê kit dîtiye axivî û teqez kir ku ev cîhaz di 22 saniyan de diyar dike ku Vîrûsa Korona heye an tune ye û wiha got: "Ez li Nexweşxaneya Kobanê di beşa tehlîl de kar dikim, dema ku desteya Tenduristî cîhaz bi dest xist em sê kes ji Kobanê derbasî perwerdeyê bûn. Rojekê me perwerde li ser cîhaz dît, çawa ku bi me re diyar bike ev kes bi vîrûsê ketiye an na. Me cîhaz li ser hin kesan tecrube kir ji xwe encam jî negatîf derket, dema ku kes bi vîrûsê bikeve wê demê yekser bijîşk eleqedar dibin, tenê em tehlîlên wan derdixin û radestî bijîşkan dikin. Banga min ji tevahî gel re heye ku her kes li malên xwe bimîn û jiyana xwe biparêzin."   'Li dijî Vîrusa Koronayê em 24 saetan di xizmeta gel de ne'   Herî dawî ajokarê Ambulansê yê bi navê Izedîn Hemî diyar kir ku ew gelek tedbîr li hemberî Vîrûsa Korona digirin û wiha got: "Rojane ajokarên Ambulansê nobetê li cihê awerte digirin û hejmara me ya lezgîn ji bo rewşeke bi şewba vîrûsê ketibe heye, dema ku tiştekî bi guman çê bibe wê demê ajokar, perestar û bijîşk derbasî wê malê dibin û wê/î tînin û derbasî karantînayê dikin. Heta ku rewşa wan zela bibe. Di hundir Ambulansê de me derman, lepik û rûpoş amede kirine, dema ku cinazeyek li Minbicê an dervayî herêmê tê wê demê gelek kontrol tên kirin paşê em cinaze derbasî Ambulansê dikin. Di dawî de ez hêvî dikim ku gelê me jî bi me re bibe alîkar em bi tena xwe nikarin li hemberî vîrûsê bisekirin. Bi alîkariya gel em ê xwe ji Vîrûsa Korona biparêzin. Bila gel di malên xwe de bimînin ji bo me biparêzin û em jî bikaribin wan biparêzin."