Kesên ku ji Şamê gihîştine Qamişloyê ketin karantinayê 2020-04-05 20:13:54   QAMIŞLO - Îro nêzî 20 kesên zêdetir ku ji Şamê gihîştin balafirgeha Qamişloyê kirin bin karantinayê.    Îro di saetên ber bi êvarê de ekîbên tenduristiyê berê xwe dan çerxerêya balafirgerha Qamişloyê ji bo ku kesên ku ji paytexta Sûriyeyê ji Şamê hatine bibin navendên ku li bajarê Qamişloyê ji bo karantinayê hatine amadekirin test bikin. Her wiha ew kesên ku li Şamê hatine dê 14 rojan di karantinayê de bimînin. Kesên ku hatine hêjmarên wan ji 20'î zêdetir e.    Hêjayê bibîrxistinêye ku Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê biryar girtibû ku kesên ku derveyî bajêr werin dê 14 rojan di karantinayê de bimînin. Her wiha testên kesên ji Şamê hatin jî negatîf derket.